Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mûşekeke wêl a Sûriyê mijûl bû karesateke etomî di Îsraîlê de biafirîne

12:10 - 22 Nîsan 2021

Demjimêr 1:44 a sibêdeha Pêncşemî bi dema “Têlavîv” mûşekek S-200 ku ji aliyê Artêşa Sûriyê ve ber bi Îsraîlê ve hatibû avêtin, di mewdaya 30 kîlometriya damezraveya Navkî ya “Şîmon Pirêz”a Îsraîlê li nîzê gundê “Dîmona” û di çolatiya “Nigêb”ê de kevte xwarê.

Di bersiva wê êrîşa Sûriyê de, hêzên esmanî yên Îsraîlê êrîşê deverên derdora Şama paytexta Sûriyê kirin.

Ajansa SANA ya fermî ya rejîma Sûriyê daye zanîn, êrîşa mûşekî  bo ser derdora Şama paytext hatiye kirin û sîstemên berevaniyê piraniya wan mûşekan berî ku bigihine armancên xwe ji nav birine.

Pêka nûçeya “SANA”yê di wê êrîşa Îsraîlê de, 4 leşkerên rejîma Sûriyê birîndar bûne û hin zirar û ziyanên maddî jî çêbûne.

Ajansa Nûçegihaniya “Associated Press” wan du êrîşan bi tundtirîn aloziyên li navbera Îsraîl û Sûriyê di salên derbasbûyî de daye zanîn û ji mudaxileya rejîma Îranê di wan êrîşan de daye zanîn.

“Associated Press”ê nivîsiye, rejîma Îranê di Sûriyê de hêzên leşkerî hene, Îrean jî Îsraîlê sebebkarê êrîşên saybirî û xirbkariya li ser damezraveya Netenzê dizane û dawiya êrîşa ku li ser binkeya Netenzê hate kirin, 11`ê Aprilê bû.

Tê zanîn ku damezraveya Etomî ya “Dîmona”, navenda sereke ya veşartina çekên navkî yên Îsraîlê be, ku heta niha wî welatî ti carî ne ev yeka red kiriye ne jî teîd kiriye.