Serokwezîrê Îsraîl “Naftali Bennet” ragihand: “Eger her core êrîşek ji aliyê girûp û milîsên ku rejîma Îranê piştevaniya li wan dike, li ser me bê kirin, em dê bersiva wan êrîşan li bajarê Tehranê de bi Îranê bidin”.
“Naftali Bennet” di halekê de ev gefa xwariye ku rejîma Îranê li 11ê Sermawezê û bi hêviya vergirtina poenên zêdetir, di meşya civînên Bercamê de mijûlê danûstandinan bûye.
“Mossad” di heyama wan salên derbasbûyî de xisarên bêqerbûker li bernameya navkiya rejîma Îranê xistine, wekî teqandina binkeya navkiya “Netenz”ê û kuştina “Muhsin Fexrîzade” yê terorîst.
Rejîma Îranê çendîn sal e ku li dijî Îsraîl û hevpeymanên wê şer dike, herwisa piştevaniya malî li girûpên terorîstî ên deverê dike.
Niha Îsraîl dixwaze bersiva êrîşên girûpên girêdayê rejîma Îranê bi derblêdan bi rejîma Îranê di bajarê Tehranê de bide û “Naftali Bennet” gotiye: “Ew destpêka karê me ye”.