Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nakokiyên di navbera Obama û Pûtîn li G20 de

16:00 - 7 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Civîna G20 li welatê Rûsiyê bi nakokiyên navbera Barak Obama û Vilademîr Pûtîn roja înê bi dawî hat.


Bi beşdariya 20 welatên zilhezên abûrî ên Cîhanê roja pêçşemî 5’ê Îlona 2013’an li welatê Rûsiyê civîna abûriya girupa 20 (G20) dest pê kir û roja înê 6’ê Îlona 2013’an bi dawî hat ku di vê navberê de 11 welatên ku endamên G20 bûn piştîwaniya xwe bi êrîşa leşkerî bo ser rejîma Beşar Esed ragihandin.
Di vê civînê de nakokiyên serkomarê Amrîka Obama û Pûtîn serkomarê Rûsyê li ser mijara Sûriyê cêbû û Rûsiyê mixalifetiya xwe bo mudaxileya serbazî bo ser Sûriyê ragihand û dijayetî kir.
Obama piştî bi dawî hatina civîna abûriya G20 li cîvîna rojnamevanî daxuyanî da û ragihand, em li benda Neteweyên Yekbûyî man lê jê tu encam derneket. Êdî em nikarin li hemberî vê zilmê bê deng bimînin û her weha got di nav mehekê de wê midalaxale bê kirin û ez ê der barê vê da roja sêşemê li ber gelê xwe axaftinek bikim.
Di vê pêwendiyê de li civîneke çapemeniyê de serkomarê Rûsyê Pûtin ragihand, welatê wî dê berdewam be di pêdana çekan û alîkariya aborî bo rêjîma Sûriyê. Pûtîn aşkere kir ku, ew texmîn dikin alîkariya me ya mirovî jî bi awayekî hevkariya mirovî ji bo mirovên ku di rewşeke xirap de dijîn dê çê bibe.
Amerîka, Kanada, Fransa, Awustraliya, Îspanya, Brîtanya, Îtalya, Japon, Tirkiye, Kûrya Başûr û Erebistana Siûdî, 11 welatên ku di civîna G20 de bi eşkereyî ragihandine ku rejîma Sûriyê bi dijî xelkên xwe çeka kîmyayî bi kar aniye û hevceye pêşî lê bê girtin û dibe mudaxeleya leşkerî bo ser Sûriyê bihê kirin.
Li gor agahiyên ku li destê Koşka Sipî a Amrîkayê de ye ku rejîma Beşar Esed çeka kîmyayî bi dijî muxalifan bi kar aniye û di vê êrîşê de 1429 kes bi çeka kîmyayî hatine kuştin ku herî kên 426 kes ji wan zarok bûne û rejîma Sûriyê wê tûştê ret dike.