Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nameya 25 saziyên berengiriya mafê mirov bo saziya NY

15:33 - 19 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Komeleya mafê mirov ya Kurdistna Îranê – Jinêv, Emnîstî Întirnasyonal, çavedmriya mafê mirov û 22 saziyên din, sibaret bi pirsa mafê mirov nameyeke hevper bo Netewên Yekbûyî rêkirin.


Di vê namê de nusxeyek bo malpera “Kurdistanmedia” gehiştiye ku ew 25 rêxirawene daxwaz ji komeleya giştî ya Saziya Netewên Yekbûyî (NY) kirine biryarnameyek li ser tepesekirina mafê mirov li Îranê, biecibîne û têde pirsa netewên Îranê, li darvekirina tekoşerên Kurd bine rojevê.
Biryare îro Sêşemî 18’ê Çiriya Paşîn a 2013’an, yek ji civînên 68’emîn rûniştina NY birêve biçe û têde biryarnemeya (resolution A/C.3/68/L.57) ku taybet e bi parastin û girîngîdana mafê mirov di Îranê de bêxîne ber dengdan.
Di nameya ew 25 saziyane de daxwaz ji komeleya giştî ya Saziya Netewên Yekbûyî (NY) hatiye kirin ew biryarnemeye bipejrînin.