Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nameya 500 kesayetiyên Îranî yên akinciyên Amerîkayê bo mana Spaha Pasdaran di nava lîstê teror de

12:07 - 13 Nîsan 2022

500 kesayetiyên Îranî yên akinciyên “Amerîka”yê di nameyekê de daxwaz ji “Jeo Biden” kirine ku navê “Spaha Pasdaran” ji lîstê terorê bimîne.

Roja Sêşemî 12ê Nîsanê zêdetir ji 500 kesayetiyên navdar yên Îranî ku akinciyê welatê “Amerîka”yê ne di nameyekê de daxwaz ji Serkomarê Amerîkayê “Jeo Biden” kirine ku navê “Spaha Pasdaran” ji nava lîstê saziyên terorîstî neyê derxistin.

Herwisa di vê nameyê de tekezî li ser vê yekê hatiye kirin ku rejîma Îran ji “Spaha Pasdaran” û “Spaha Quds” bo kiryarên terorîstî li derveyî sînoran û li cîhanê de mifahê werdigire, herwisa “Spaha Pasdaran” alavik e bo tepeserkirina xelkê Îranê.

Di vê nameyê de hatiye ku her hewlek bo derxistina navê “Spaha Pasdaran” ji lîstê terorê de, guhnedanek eşkere ye bi armancên xelkê Îranê bo bidestanîna azadî û rûmeta mirovahiyê û dana her puanek bi rejîma Îranê ji aliyê “Amerîka”yê ve, dibe sedemê nearamî di devere û cîhanê de û xwedî rejîma Îranê binpêkerê mafê mirovan e û Serkomarê wê rejîmê “Îbrahîm Reîsî” jî, yek ji tawanbarê kuştina xelkê Îranê ye û nabe bi wê rejîmê ti puenek bê dan .

Herwisa ew 500 kesan daxwaz kirine ku divê dewleta “Biden” piştevanê xelkê Îranê be bo bidestanîna azadî û aştî û komarek ne navikî.