Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Narizayetiya hemwelatiyên bajarê Kirmanşanê ji ber zêdebûna nirxa kirêya teksî

20:16 - 29 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Paş birêveçûna hilbijartinên şivra bajarê Kirmanşanê, nirxa kirêya teksî di vî bajarî de bi awayeke ecêbmayî zêde kiriye.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, paş birêveçûna hilbijartinên şivra bajarê Kirmanşanê, nirxa kirêya teksî di vî bajarî de zêde kiriye û ewa jî narizayetiya hevwelatiyê dûrde çêbû.
Di vê pêwendiyê de yek ji hemwelatiyên bajarê Kirmanşanê bi malpera “Kurdistanmedia”ê ragihand: Nirxa kirêya teksî paş hatina serkarê şivrayê nû ê bajar û diyarkirina berpirsê nû hate gorê.
Li gor raporan ji Kirmanşanê ve, di piraniya hêlên tirafîka teksiyasn de, nirxa kirê du evhine zêde kiriye.
Di çend salên derbas bûyî de nirxa kirêya teksî bi berdewamî zêde kiriye ku ew ceryane narizayetiya hevwelatiyan dûrde bûye.
Piştire jî şofêrên taksî ên hejmarek ji bajarê Kurdistana Îranê li pêwendî li gel giranbûna benzîn û zêde nekirina kirêya teksî, civîna narizayetiyan anî holê.

Zêde bûna nirxa benzîn ji aliyê rejîma Îranê ve, zêdebûna nirxa kirêya teksî dûrde bûye ku ewa jî rêjeya givaşan bo ser hemwelatiyan zêdetir kiriye.