Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nasitandarbûna rê û tirombêlan li Kurdistanê her diçe qurbaniyan digre

15:25 - 13 Adar 2014

Kurdistanmedia: Di vê heftiyê de çendîn qezayên terafîqê li Kurdistanê rû dane û di wan bûyerane de 5 hemwelatiyên Kurd canê xwe ji dest dane û hatine birîndarkirin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, di vê heftiya derbasbûyî de nasitandarbûna tirombêlan li Kurdistanê bû bi sedema 4 bûyerên hat û çûnê.

Seba wan bûyeran di rêyên Kurdistanê de 4 hemwelatiyên Kurd canê xwe ji dest dane û yek din jî hatiye birîndar kirin.

Roja Yekşemî 9\'ê Adar a 2014\'an, li bajarê Serpêla Zehawê tirombelekî bi cirê Pirayît tevî tirombêlekî mezin lihev didin û her di cih de tirombêla cirê Pirayît agir digre.

Li gor raporê, du kes di vê pirayîtê de bûne û bi agirgirtina tirombêlê, her du hemwelatiyên Kurd canê xwe ji dest didin.

Herwiha li ser rêya Serpêla Zehaw û Qesra Şîrîn bûyerek din a terafêkê qewimî, lê zirzrên canê tûnebûn.

Herwisa roja Duşemî 10\'ê Adar a 2014\'an, qezayekî terafîkê li rêya Pawe û Merîwan li nêzîkê gundê Zekeryan rû da.

Di encama vê bûyera terafîkê de şofêrê tirombêlê bi navê Kamil Rehmetî xelkê gundê Bendula ser bi bajarê Siroava canê xwe ji dest da û kesek din bi navê Ferhad Ehmedî ku di wê tirombêlê de bû hat birîndar kirin û bo nexweşxaneya Boelî a Merîwanê hat veguhestin.

Roja Duşemî 10\'ê Adarê,li ser rêya Kamyaran û Kirmanşanê, hemwelatiyekî Kurd bi navê Mihemed Remanî xelkê Kamyaranê ku listikvanê tîma fûtbala Biset a Kirmanşanê bû seba bûyera terafîkê canê xwe ji dest da.