Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nasnameya kuştî û birîndarên şerê Serdeştê eşkere bû

21:05 - 25 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Çend rojan berî niha pevçûnek li devera Serdeştê û gundê Marexanê qewimî û têde hejmarek ji hêzên rejîm û du çekdarên din hatin kuştin û birîndarkirin, a niha şunasa wan kesane eşkere bûye.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, şeva 21’ê Tebaxa 2013’an li gundê Meraxanê şer û pevçûnek di navber hêzên ser bi Îtilatê – Sipaha Pasdaran û hejmarek çekdarên nasnekirî hete qurê û di encamp de 5 kes ji çekdarên rejîm hatine kuştin û birîndarkirin.

“Kemal Qadirî, Yûsif Silêmanî û Mesud Biryacî” navên 3 endamên Sipaha Pasdaran û Îtilatê ne ku hatine kuştin.
“Silêman Silêmanî” nave yekek din ji dest û pêwendiyê rejîmê ye ku bi tundî hatiye birîndarkirin. Ew 4 kese xelkê bajarê Pîranşehrê ne.
Ji aliyek din ve 2 birayên din bi navên “Ezîz û Silêman Zûdî” ku aliyên beramberê şer bûne hatine kuştin.

Du birayên han xelkê gundê “Qule Siuêrwê”a Serdeştê bûn.

Bi gotina kesên hayîdar, dest û pêwendiyên rejîma Îslamiya Îranê bi hayîdarkirina wezareta Îtilatê mijûlê kirîn û firutina madeyên hişber bûn û pişkekî berçav ji wan malwêrankerane bo Herêma Kurdistanê dirêkirin.