Kurdistanmedia: Navenda Alîkarî ên Hizbên Kurdistana Îranê derheq tobarankirina deverên sînorî ên Kurdistan ji aliyê komara Îslamî ve, ragehandinek belavkirin.
Ragehandin wiha ye:
Xelkên azadîxwaz ên Kurdistan!
Navend û Sazîyên parêzvan ên mafên mirov!
Tekoşerên dêrîn, heval û dilsojên tevgera rizgarîxwaziya Kurdistan!
Endam û alîgirên Hizb û aliyên siyasî!
Her wekî hûn agehdarin, di rojên 19 û 20`ê Pûşper (10 û 11`ê Tîrmeh)`ê de, Spaha pasdaran a komara Îslamî a Îranê, li rêya topxane û balafirên bê pîlot, êrîşeke berfireh kirine ser deverên sînorî ên dinavbera Başûr û Rojhilata Kurdistanê. Di encama wê êrîş û bombebaranê de, ku armanca wan derbe lêdan li binkeyên Hizbên Kurdistana Îranê bûye, ji aliyekê ve panahiyeke berfireh li rez û bax û zozanên rûniştiyên gundên sînorî şewitandine û hejmareke zêde li zozaniyên Başûra Kurdistanê aware bûn û ji aliyekî din ve gelek mixabin keçeke temen 18 sale ya bi navê “Zeyton Qadir” canê xwe jidest da û hejmarek welatî û 3`ê pêşmergên Komelê birîndarbûn.
Em li Navenda Alîkarî ên Hizbên Kurdistana Îranê, hêzên çekdar ên rejîma xweser a Îranê şermezar dikin, û sersaxiyê û hevxemiyê dibêjine malbata “Zeyton Qadir” û hêvîya zû çêbûn bo birîndaran dixwazin. Di heman demê de jî em siyaseta desttêwerdan li karûbarên herêmê û binpêkirina yasayên herêma Kurdistanê şermezar dikin, û daxwazkarê vê yekê ne ku, xwe bo riswakirina siyaseta xweser û nemirovî ya komara Îslamî hember bi rûniştiyên deverên sînorî bikar bînin û li rêyên cuda wê siyaseta komara Îslamî şermezar bikin.
Navenda Alîkarî ên Hizbên Kurdistana Îranê
21`ê Pûşpera 1398`an
12`ê Tîrmeha 2019`an