Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Alîkariya Partiyên Kurdistana Îranê civînek pêkanî

13:15 - 14 Gulan 2020

Roja Çwarşemiyê 13ê Gulanê Navenda Alîkariya Partiyê Kurdistana Îranê ên endam di vê navendê de, Civînekî Skaypî lidarxist.

Di vê civînê de dawî rewşa Îran û Kurdistanê, hate berhevdanê û her di vê civînê de, biryar li ser çend bernamên kar bo pêşerojê hate danê.

Di destpêka civînê de rêzdar Omer balekî berpirsê dewreyî yê navenda Havkarî, destûra karê civînê bas kir.

Mijara piştî Korona yê û berpirsayetiya dijberên rejîma Îranê û Navenda Havkarî, li egera serhildana nerizayetî û xwenîşandanan û xebata siyasî û mafxwaziye civatên xelkê Îran û Kurdistanê, mijara serekî ya vê civînê bû.

Navenda Havkarî li ser vê bavirê ye ku rejîmê nekariye bersivderê arîşan be, û bi hegera bêkifayetiya berpirsên vê rejîmê, gelek xisar geheştiye xelkê, lewma egera hindê heye ev kerb û kîna xelkê li yekemîn derfetê de biteqe.

Partiyên endam di navenda Havkariyê de, bo evê ku di xebata siyas û tevgera xwe de bi dijî rejîmê xwedî bandor bin, komek erk û rasparde destnîşan kirin.