
Kurdistanmedia: Navenda Dijî Terorîzmê, ku girêdayî artêşa Amerîkayê ye, daxwaz kiriye da ku bi awayekî tewaw dopêçan bixine ser hemû çalakî û karûbarên “Hizbullaha Lubnanê”.
“Navenda Dijî Terorîzmê” ku peyrewiyê ji siyasetên artêşa Amerîkayê dike, roja Şemî 11`ê Tebaxa 2018`an, ragehandiye ku: “Danîna dorpêçan li ser milê leşkerî yê Hizbullahê bes nine, belku hewce ye bi rengekî tewaw hem milê leşkerî û hem jî milê siyasî yên vê girûpê bixin nav rêzbenda dorpêçan de”.
Ev navenda roja Înê 10`ê Tebaxê, ji Yekîtiya Ewropayê daxwaz kir ku, tevî xistina dorpêçan bo ser Hizbullaha Lubnanê, hemû endam û berpirsên serbazî û siyasî yên wê saziyê bixine nav rêzbenda terorê de.
Li gorî raporta Navenda Zanyariyan ya Amerîka û Îsra`îlê, “Saziya Hizbullaha Lubnanê” ji aliyê rejîma Îranê ve tê piştevanîkirin, û wekî milê “Spaha Qudis” a Îranê, bi armanca êrîşkirina li ser dijberên komara Îslamî,di deverê de çalakiyan encam dide.
Di daxuyaniya Navenda Dijî Terorîzmê de, îşare bi civîna vê dawiyê a girûpa Hevkariyê ya “Birêvebirbirina Yasayê” li welatê Ekwador, ya derheq bi çalakiyên Hizbullaha Lubnanê hatiye kirin, û ji welatên beşdarê vê civînê daxwaz hatiye kirin, heyanî dastnîşankirina rê û ciheke cuda li dijî Hizbullaha Lubnan û çalakiyên rejîma Îranê di deverê de, hevkariyên xwe digel Amerîka û Yekîtiya Ewropayê bihêztir bikin.