
Navenda Hevhizriya Geşedana Kurdistanê û Şêwraya Zanîngeha Kurdistanê, li derheq reşkirina zimanê Kurdî li ser tabloya zanîngeha Kurdistanê, daxuyaniyek belav kirin.
Di wê daxuyaniya Navenda Hevhizriya Geşedana Kurdistanê û Şêwraya Zanîngeha Kurdistanê de hatiye ku li roja Înê, 29ê Gelawêjê, ji aliyê çend kesan ve, nivîsa zimanê Kurdî li ser tabloya zanîngeha Kurdistanê hatiye reşkirin.
Wan çend kesan bi alavên hewce û bi eşkere hatine nav zanîngehê û ew kiryar encam dane.
Ev cihê pirsyarê ye axo wan kesên bi sedema nefamiyê ew kar encam dane, an ew piştrast bi hin kesên dinê ne û natrirsin.
Ew kare di halekê de ye ku di wê serdeme de xelkê cîhanê gihîştine vê qena`etê ku cudatiya “ziman, regez, hizir û Ol” pîvera li serwetirbûn li kesê dinê nîne.
Ji aliyeke din ve, tevî ku zanîngeha Kurdistanê li navbera çendîn binke û rêkxistên ewlehî de cih girtiye, bo dibe ewlehiya wê zanîngehê parastî nebe-.
Navenda Hevhizriya Geşedana Kurdistanê li derheq wan pilanên dawiyê ku di çend heftiyên derbasbûyî de ku bo afirandian rewşeke natendirust a “Netewî û Zimanî” di civakê de çêkiriye, daxwaz ji dezgehên dadweriyê kiriye ku li derheq bêrêzîkirin bi “neteweya Kurd û zimanê kurdî” di kintirîn demê de helwîsta hewce bê girtin.
Di wê derheqê de “Şêwraya Zanîngeha Kurdistanê” di daxuyaniyekê de ragihandiye ku du aliyên “besîca zanîngehê û civatgeha Îslamî” ew kiryar encam dane.