
Navenda Hevkarî a Partiyên Kurdistana Îranê di daxuyaniyekê de daxwaz ji xelkê Kurdistanê kir ku bi hawara xelkê berketiyên erdhejê yên “Kutol” ve biçin.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Daxuyaniya Navenda Hevkarî a Partiyên Kurdistana Îranê li derheq erdheja devera “Kutol” û gundên derdora wê.
Xelkê dilsoz ên Kurdistanê!
Hevwelatiyên mafxwaz ên devera Kutol!
Herwekî ku hûn agehdarin roja Yekşemî 4`ê Reşemeh a 1398`an (23`ê Şibat a 2020`an), du erdhejên bihêz bi pileya 5.9 rîşterî, ku yekem erdhej li demjimêr 9:53 xûlek a serbêdehê û ya duyem jî li demjimêr 7:30 xûlek a êvarê, devera Kutol a ser bi bajarê Xoyê a girêdayê parêzgeha Urmiyê hejand û mixabin tevî xisareke zêde a malî, hejmareke hevwelatî di wê deverê de birîndar bûn.
Ew erdheje hevdem digel ziyanên wê li deverê, ku 32 gund û 4 hezar malbat ji xwe ve digre, û herwisa devera “Başkalan” a ser bi parêzgeha “wan” a Bakurê Kurdistanê hejand û mixabin tevî xisareke zêde ya malî, 9 kesê canê xwe ji dest dane û nêzî 85 kes jî birîdar bûne
Eva ku cihê dilêşê ye eve ye ku ew karesata mirovî di demsala zivistan û sir û seqemê de qewî û piraniya avahî û xaniyên wê deverê herifî ne û hevdem hejmareke zêde ji pez û malatên xelkê wê deverê ji nav çûne û xelkê wê deverê hewcehî bi hawarçûneke bilez hene.
Niha piştî derbasbûna 24 demjimêran li ser erdheja yekem li devera Kutol, xelkê hewcehî bi xîvet û kelûpelên germker û xwardimenî heye, lê ti hevkariyek û hawraçûnek ji aliyê demudezgehên rejîmê ve negihaye destê xelkê û jiyana wan dijwartir bûye.
Xuyaye ku ew hawarneçûn û kêmtirxemî li Komara Îslamî a sitemkar çavnihêr hatiye kirin, çimkî dîroka dûr û dirêj di çend salên derbasbûyî de îsbatkarê wê rastiyê ye ku piştî erdheja wêrankarî a Sermawez a sala 1397`an li devera serpêl û Zehav li Kirmaşanê ku tê de nêzî 800 kesê canê xwe ji dest dan, rejîma Îranê li ber piştevanî û hevkariya hemûalî a Hizbulaha Lubnanê û girûpên tûndajo yên welatên derve, ne tenê bi hawara xelkê xwe ve neçû, heta dest bi ser hevkariya xelkê dever û bajarên din ên Kiurdistanê de girt û berda berîka berpirsên wê sîstema gendel ji serê heya xwarê ve.
Em wekî Navenda Hevkarî a Partiyên Kurdistana Îranê, em mixabiniya xwe li wê kareseta surûştî a devera Kutol û Kurdistanê radigihînin û hêviya başbûnê bo birîndarê wê karesatê dixwain û daxwaza me eve ye ku xelkê deverên din ên Kurdistanê, Kutol û derdora wê di hevkarî û hawarçûnê de bê par nekin.
Navenda Hevkarî a Partiyên Kurdistana Îranê
5`ê Reşemeh a 1398`an
24`ê Şibat a 2020`an