Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Hevkarî bi hilkefta roja cîhanî a Zimanê Zikmakî semînarek lidar xist

18:24 - 20 Şibat 2020

Komîteya Ziman û Kultûr a Navenda Hevkarî a Partiyên Kurdistan Îranê, semînarek bi hilkefta 2`ê Reşemeh roja cîhanî a Zimanê Zikmakî lidar xist.

Roja Çarşemî, 30`ê Rêbendanê, Komîteya Ziman û Kultûr a Navenda Hevkarî a Partiyên Kurdistan Îranê, semînarek bi hilkefta 2`ê reşemeh, roja cîhanî a Zimanê Zikmakî li bajarê Koye bi amadebûna dehan kes ji xelk û endamên Partiyên Navenda Hevkarî û nûnerên Part û alî û kesên nîştimanperwer bi rê ve çû.

Ew semînare, piştî sekînandina xûlek bêdengî ji bo rêzgirtin ji canê paqij ê şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê, dest pêkir.

Ew semînare li 3 panêlan pêk hatibû.

Di panela yekem de “Dr. Hejar Rehîmî”, mamosteyê zanîngehê basek li ser girîngî û pêgeha ziman di binyata şoreş û bawerbixwebûna netewî de pêşkêş kir.

Rehîm di parek ji axavtinên xwe de got: “Bi xweşî ve niha zimanê Kurdî mijûl e bi hêzeke mezine ve diçe nav meydana zanist, nasîn û destewajeya felsefiyan û em dikarin bêjin ev hinde bihêz bûye ku êdî gefa jinavçûnê li ser nemaye. Me bo xwe zimaneke bihêz a xwediyê şiyana berhemanîna hizrî û felsefeyî heye, her ji bo vê jî hewldan bo sivikirina zimanê netewa baladest di Îranê de ne hewceye û ne dikare ti alîkariya me bike bo vê ku weqetiyana nasnameyê bo me berhem bîne”.

Di panêla Duyem de “Resûl Sultanî”, helbestvan û wergêr, basek li ser cih û binyata ziman li xebat û milmilaniya dîroka di navbera netewa Kurd û dagîrkerên Kurdistanê de pêşkêş kir.

 “Sultanî” di destpêkê de got: “Ziman hemû fakterên şûnasê di xwe de kom dike û heta girîngiya ziman di pirtûkên Ola Îslam û Mesîhityan de tekezî li ser hatiye kirin. Ew neteweyên ku di meşa dîrokê de zimanê xwe di hember zimanê dagîrkeran de peyda kirine, nasname û serweriya nîştimana xwe jî peyda kirine”.

Di panêla Sêyem û di dawiyê de, “Dr. Rehîm Surxî”, mamosteyê zanîngehê, ji rêya Skayipê ve basek li ser girîngiya perwerde bi zimanê zikmakî li ser kesayetiya tak û civatgehê pêşkêşê amadebûyan kir.

 “Surxî, tevî basek li ser çewtekariyên rejîma Îranê bo nîşandana azadiya zimanê Kurdî di Îranê de, ragihand: “Armanc li wê derfetên kêm ku Komara Îslamî bi zimanê Kurdî dide, bê mifah kirina zimanê Kurdî û ji ber çavê xelkê wê bê hêz nîşandan dide”.

Semînara Komîteya Ziman û Kultûr a Navenda Hevkarî a Partiyên Kurdistan Îranê, piştî demjimêr û nîvekê û pêşkêşkirina Sê panêlên Zanistî a pir wate, piştînîvroya roja Çarşemî 30`ê Rêbendanê dawî pêhat.