
Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê bi hilkefta koça dawî ya mamoste “Celal Melekşa” peyamek belav kir.
Peyam wiha ye:
Mixabin roja 10`ê Xezelwerê, “Celal Melekşa”, Helbestvanê bi helwest û azadîxwz ê Kurd li temenê 69 saliyê de bi sedema sekîna dil li bajarê Sineyê malavayî li jiyanê kir.
“Celal Melekşa” ku her di serdemê paşayetî de bi sedema bîra azadîxwaziya wî heyamekê hatibû girtin û di girtîngehê de bû, li serdemê serhildan û piştî hatina ser kar a Komara Îslamî jî bi helbestên şoreşvanî û hemasî, bû xweragirê xelkê Kurdistanê û beranber bi rejîma Komara Îslamî navûbangê xwe der kir û helbestên xwe bo xebat û pêşmerge vedihûnand û li ser zarê xelkê bûn.
“Celal Melekşa” bi sedema şarezayî li wêjeya Kurdî û Farsî Endamê Kanûna Nivîserên Îran bû. Wî ku tev temenê xwe li jêr givaşa rejîmê de bûye û di rewşeke dijwar de derbas kir, lê qet netirsiya û bi sedema azadîxwazî û nivîsîn xwe ve hezkiriyê tev xelkê Kurdistanê bû.
Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê bi wê hilkeftê sersaxiya xwe arasteyê malbat û kesûkarê “Celal Melekşa” û Civaka Edebiyan û helbestvanên Kurd û xelkê bajarê Sineya qehriman û tev Kurdistanê dike.
Nav û yada “Celal Melekşa” bo hetahetayî li bîr û hizra hemû xelk û tevgerta rewa ya Kurdistanê de bi zîndî dimîne.
Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê
11`ê Xezelwer a 1399`an a Rojî
1`ê Çirriya Paşîn a 2020`an