Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê derheq bûyerên bajarê Serawanê, di daxuyaniyekê de daye zanîn ku sedemên tev kavilkariya Îranê, rejîma Komara Îslamî ya Îranê ye û herifîna wê rejîmê tenê rêyek e li hember tev xelkê Îranê.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Daxuyaniya Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê derheq cinayetên rejîmê di deverên sînorî yên Serwana Belûçistanê de
Pêka nûçeya gihîştî me, mixabin hêzên sînorî yên Spaha Pasdaran, îro Duşemî 4`ê Reşemeya 1399`an a Rojî, li ser sînorê Serawanê kasibkarên bêpenah yên Belûç dane ber gulleyan û di encama wê gullereşanê de nêzî 14 kes hatine kuştin û birîndarkirin.
Eva yekem car nîne ku hêzên Komara Îslamî cinayetên wiha dikin û em bi rojane şahidê cinayetên li pey hev yên rejîmê li Kurdistanê û deverên din ên netewên xeyrefars bûne û eva bûye karê rojane yê rejîmê.
Rewşa tirajîdiya deverên netewên xeyrefars û nebûna derfeta kar û bêparkirina wan her berdewam e û eva bûye sedem ku netewên bindest û xelkê bêhêvî yên wan deveran bo peydakirina nanê şevê ber bi karên sînorî ve herin û canê xwe bixine metirsiyê.
Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê tevî şermezerkirina wê cinayeta rejîma dijemirovî, sersaxiyê dibêje malbatên canjidestdayên wê cinayetê û em hêvî dikin ku birîndar jî bi zûtirîn dem bêne tedavîkirin, em li ser wê bawerê ne ku sedemên tev kavilkariya Îranê, rejîma Komara Îslamî ya Îranê ye û herifîna wê rejîmê tenê rêyek e li hember wê xelkê.
Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê
4`ê Reşemeya 1399`an a rojî
23`ê Şibata 2021`an