Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Hevkarî derheq gefên rejîma Îranê daxuyaniyek belav kir

12:04 - 7 Îlon 2021

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê li derheq gefên rejîma Îranê daxwaz li hemû aliyekê kir ku sînorekê bo zêdexwaziyên wê rejîmê danên û bi helwêst û kiryarên xwe li hember wê hewla têkderane ya rejîma Îranê bisekînin.

Deqa daxuyaniyê wiha ye:

Daxuyaniya Navenda Hevkarî derheq gefên rejîma Îranê

Xelkê xweragir ên Kurdistanê!

Part û aliyên siyasî ên xebatkarên Kurdistanê!

Civaka Navdewletî!

Pêka agehdariyekê ku di ragihandinan de hatiye belavkirin, Spaha Pasdaran a terorîst a rejîma Îranê li berdewamiya karnameya reş a pir ji tawan û êrîş û kavilkariya xwe de, gefa vê yekê xwariye ku binke û baregehên Partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê wan ve dibe bi armanc û li wan dixe.

Ji kesê veşartî nîne ku ew cihên rejîma Îranê gefa lêdana wan dixwe, cihê jiyana penaberên siyasî û xelkê medenî û ji wan sedan jin û zarokên penaberan in ku bi sedema siyaseta mirovkujane û serkutkaraneya wê rejîma azadîkuj e ku ax û welatê xwe bi cih hêlane û li Herêma Kurdistanê akincî bûne.

Ji aliyek dinê ve jî hebûna xebatkarên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê li Herêma Kurdistan tenê hênceteke piçûk e bo kavilkarî û mudaxilekirina rejîmê û di rastî de Komara Îslamî bo dijayetîkirina maf û hebûna netewa Kurd çi hewceyeke wê bi vê nîne ku dijayetiya hereketên Rojhilatê Kurdistanê bike hêncet, çimkî em hemû dizanin pirsgirêka wê rejîmê digel aramî, tenahî û pêşkevtina Herêma Kurdistanê û parçên din ên Kurdistanê ye û di wan waran de jî ku pêwendiyeke wisa bi Partiyên Rojhilatê ve nebûye, ew dujminkariya rejîma Îranê li derheq gelê Kurd her hebûye û di paşerojê de dê her bibe.

Xuya ye eva yekem car nîne ku Komara Îslamî a Îranê bi hejandina sînor û binpêkuirina serweriya welatên cîran, gefê li can, mal û samana xelkê medenî û çêkirina fitne di deverê de dixwe û ew rejîme bi afirandina karesat û kuştin û teror û tawana dijî mirovayetiyê xwe girtiye û nasnameya xwe digel krîz û nearamiyê girê daye.

Ew gefane di demekê de ne ku Herêma Kurdistanê û Îraq ber bi hilbijartineke giştî ve diçin û tev hewla berpirsên siyasî û aliyên Hizbî û hikûmetiyên wî welatî û civatgeha navdewletî û nemaze hêzên hevpeyman, dirustkirina asayiş û aramiyê ne bo birêvebirina piroseya siyasî ya hilbijartinan di Îraqê de û ew gefa rejîma Îranê dibe hewleke dujminkarane bo têkdana rewşa siyasyiya dever û navhevdana keşa siyasî bi merema hêsdankirina mudaxileyên xwe li wan derane.

Komara Îslamî di navxweyê welat de rastî dehan krîzên bêçareserkirî hatiye û di heyama temenê xwe de wisa hîn bûye ku bo xwedizîn ji çareseriya krîzekê, krîzek din biafirîne. Her lewma wê carê jî bi mifahwergirtin li rewşa siyasî ya deverê û sebrkirina Civatgeha Navdewletî li hember tawan û destdirêjiyên wê, ew wisa dizane ku bi çavsorkirin li xelkê medenî û gefxwarin li mal û halê penaberên siyasî, dikare bandorê li ser îradeya siyasiya netewa Kurd û rêkxirawên xebatkar ên wê danê û bigihe bi armancên xwe ên qirêj.

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê tevî şermezarkirina gefên rejîma Îranê, li hegera rûdana her haleteke neasayî de ku bibe sedema ziyangihandin bi mal û halê xelk û her cure tawanek li dijî mirovayetî û ziyangihandin bi jîngeha Kurdistanê, Komara Îslamî a Îranê bi berpirsiyar dizane û  daxwazê li bîrûraya giştî ya xelkê Kurdistanê, hikûmeta Herêma Kurdistanê û Îraq û Civatgeha Navdewletî dike ku sînorekê bo zêdexwaziyên wê rejîmê danên û bi helwêst û kiryarên xwe, li hember wê hewla têkderane ya rejîma Îranê bisekînin.

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê

15`ê Xermanana 1400`an a Rojî

6`ê Îlona 2021`an