Piştî êrîşên rejîma terorîst a Komara Îslamî li ser binkeyên Hizbên xebatkar ên Rojhilatê Kurdistanê û bombebarankirina çiyayên Kurdistanê, Navenda Hevkarî li derveyê welat li dijî destdirêjiyên Rejîma Îranê li hember balyozxaneya rejîma Îranê kombûnek nerazî bi rê ve birin.
Di vê xwenîşandanê de, komîteya devera "Nordrayinvêst Falînî" a Hizba Demokrat a Kurdistana Îran û hejmarek ji endam û alîgirên PDKÎ bi awayê çalakane beşdar bûn û siyaset û gefên rejîma Îranê şermezar kirin.
Cihê bas kirinê ye ku di heman rojê de komîteya giştî a PDKI ê bi hilkevta terora şehîdên Mîkonos û destdirêjiyên komara îslamî bo ser axa kurdistanê li bajarê Bêrlînê xwenîşandaneke berfireh bo şermezarkirina cinayetên rejîmê birêve birin.