Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Hevkarî spasnameyek rû li xelkê Kurdistan û Îranê belav kir

17:03 - 23 Şibat 2020

Navenda Hevkarî a Partiyên kurdistana Îranê li derheq amadenebûna xelkê li şanoya hilbijartin û baykotkirinê, spasnameyek belav kirî ye.

Navenda Havkarî a Partiyên Kurdistana Îranê, roja Şemî, 3`ê Reşemehê, bi belavkirina spasnameyekê rû li hemû xelkê Kurdistan û Îranê spasa ji helwesta netirsane û şoreşgerane ya xelkê li derheq baylotkirina şanoya hilbijartinan û şekest pêanîna rejîma Îranê belav kirî ye.

Di pareke vê spasnameyê de hatiye ku: “Part û aliyên siyasyî yên şoreşger carek din, helwest û bivêraneyên xwe li hemer pilan û şanogeriyên Komara Îslam a Îranê, mînakeke hemaseyî û meznahî li pêkvebûn û hevhelwesteke xebatkarane afirandin û bi dinyayê re dane zanîn, ku tirsa tepeseriya rejîmê hatiye şikandin û Komara Îslamî zêdetir li hemû carekê ji bidestveanîna rewayî û pêgeha siyasî a xwe di civatgehê de rastî şikest û herifînê bûye”.

Herwisa Navenda Hevkarî di vê spasnameyê de, helwesta bivêrane û rewa a vê carê ya xelkê bi domker û tewawkerê qonaxên xebat û tekoşanên derbasbûyî, nemaze serhildanên xwînayî yên meha Xezelwer û Befranbara îsal zanî ku rejîm rastî herifîn û lerizandinê kir.

Navenda Hevkarî a Partiyên Kurdistana Îranê, roja Yekşemî, 4`ê Befranbarê, bi belavkirina daxuyaniyekê, şanoya hilbijartina rejîma Îranê baykot kir û daxwaz li xelkê Kurdistanê û hemû gelên Îranê kir ku di şanoya hilbijartin a direw ya rejîma Îranê de amade nebin û wê rejîmê riswa bikin.

Xelkê li 2`ê roja Reşemehê, wate roja hilbijartinê bi neçûna ser sindoqên dengdanê selmandin ku rejîm rewaya wê nemaye û deng bi berdewamiya wê sîstemê nadin.