
Navenda Hevkarî a Partiyên Kurdistana Îranê di daxuyaniyekê de belav kiriye ku, topbarana deverên sînorî ên Herêma Kurdistanê, bona hilxeltandin nerizayetiyên giştî ên Îranê ye.
Komara Îslamiya Îranê sibêdeha roja Çarşemî 11`ê Gulanê, carek din deverên sînorî ên Herêma Kurdistanê topbaran kiriye. Spaha Pasdaran a Komara Îslamî di wê êrîşa nû de bi top, katiyûşa û balafirên bê pîlot, bilindahiyên çiyayên Berbizîn li Sîdekan, Gelale û Simêlan li “Çoman”ê kirine armanca êrîşên xwe.
Komara Îslamiya Îranê wekî hertim bi bê berçavgirtina pirensîpên nevnetewî û parastina yasa û resmên cîranetiyê, bi hinceta hebûna binke û bargehên partiyên siyasî ên dijberê xwe, destdirêjî li ser axa Herêma Kurdistanê kiriye.
Her wekî êrîşên berê yên rejîma Komara Îslamî, xisarên malî ên gelek zêde ji xelkê gund û zozaniyên vê deverê xistiye, tevî wan xisarên malî, xisarek zêde jî ji jîngeha herêmê kevtiye.
Êrîşa nû ya Komara Îslamiya Îranê bo ser axa welatê cîran di halekê de ye ku, bi sedema rewşa aborî û bilinbûna nirxan di piraniya bajarên Îranê de, şîpelek nû a nerizayetiyan serî rakiriye û xwenîşandan û girevgirtin di wê heyamî de gelek berfireh bûne.
Rejîma Komara Îslamiya Îranê jî, hertim daraya giştî bona afirandina fitneyan li deverê û berfirehtir kirina terorîzma dewletî mezaxte dike, vê carê jî her wekî siyaseta hertimî ya xwe bi cihê bersivdan bi daxwazkarî û xastên rewa yên xelkê, bona hixelitandin hizir û raman giştiya xelkê li derheq nerizayetiyan, dest havêtiye bi topbarankirina deverên sînorî ên Herêma Kurdistanê.
Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê desdirêjiya leşkerî a Komara Îslamî û siyaseta destêverdana vê rejîmê li karûbarên Herêma Kurdistanê û binpêkirina yasa û serweriya Herêma Kurdistanê û herwisa afirandina tirs û xof li nav rûniştiyên deverên sînorî, şermezar dike.
Tevî vê yekê jî, Navenda Hevkarî a partiyên Kurdistana Îranê daxwaza vê yekê dike ku, partî û rêkxiravên siyasî û menedî ên Kurdistanê bi hemû şiyana xwe bona rezîl û riswakirina siyaseta destdirêjî û nemirovane ya Komara Îslamî li hemberî rûniştiyên deverên sînorî bikar bînin û bi rêyên cur bi cur, vê siyaseta Komara Îslamî şermezar bikin.
Navenda Hevkarî a Partiyên Kurdistana Îranê
21`ê Banemera 1401`n
11`ê Gulan 2022`an