Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistan a Îranê bi helkefta 12`ê Cozerdanê peyamek belav kir

13:42 - 1 Hezîran 2020

Li 12`ê “Cozerdan” a sala 1362 a rojî, 59 ciwanên bajarê Mihabadê ji aliyê rejîma Îranê ve hatine êdamkirin.

Peyama Nawenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistan a Îranê wihaye:

Li 12`ê “Cozerdan” a sala 1362 a rojî, 59 ciwanên bajarê Mihabadê ji aliyê rejîma Îranê ve hatine îdamkirin.

Rêberên rejîma Îranê di wê demê de, piştî peyama aştîxwazane ya bizava siyasiya Kurdistanê, bersiva wê  peyamê bi dana fermana “Cîhad” û êrîşkirineke seraserî li ser xelkê Kurd û axa kurdisdtanê dan, lewma rastî berewaniya xelk û hêzên siyasî û herwisa îrade ya xweşmêrane ya “Hêza Pêşmergê Kurdistan”ê bûn.

Rejîma Îranê di wan êrîşên xwede, rastî şikestên giran hatin û li ser vê kîn û tolê, êrîşî ser xelkê bêberevan yê Kurdistanê kirin û tenê rojekê de, 59 ciwanên Kurd di bajarê “Mihabad”ê de bê dadgehîkirin û bê hebûna ti tawanekê ew îdamkirin.

Proseya girtin, îşkencekirin, dadgehîkirin û di dawiyê de sepandina cezayeke giran li ser têkoşerên Kurdistanê û îdamkirina wan di wan 4 dehkên desthitariya rejîma Îslamiya Îranê de, rûpeleke reş û pir ji cinayet e wê rejîmê ye, xelkê kurd bi tenê mafê xwe dixwaze û ti tawanek tinîne.

Armanca rejîma Îranê di îdamkirina wan 59 ciwanên Kurd di bajarê Mihabadê de, tirsandina xelkê Kurdistanê û şikandina tevgera netewî ya Kurdistana Îranê bû.

Bi bîranîna 37`emîn salwegera îdamkirina bi kom ya wan 59 ciwanên Kurd, yên bajarê Mihabadê, em silavan bi ruhê wan û armana wan ya bilind dikin.

Navenda Alîkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê

12`ê Cozerdan a sala 1399

1`ê Hezîran a 2020