
Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê bi hilkefta roja cîhaniya Kedkaran peyamek belav kir û di peyama xwe de pîrozbahiya xwe pêşkeşê hemû kedkarên Kurdistan, Îran û cîhanê kir û xwe bi piştevanê wan da zanîn.
Herwisa di peyama xwe de bas ji dîroka navdêrkirina roja “1 Mey” wekî roja cîhaniya Kedkaran kir, û basa vê yekê kir ku Kedkarên cîhanê heyamek dûr û dirêj e bo mafên xwe yên rewa hewil didin û di beşek ji welatên cîhanê de rêz ji ked û zehmeta wan hatiye girtin, lê di beşek din ji welatên wekî Îranê de ku di bin deselata rejîma Îslamî de ne ku roja cîhaniya kedkaran pêka yasayê hatiye naskirin, lê ji aliyê rejîma Îranê ve ti rêûresmek bo rêzgirtin ji ked û zehmeta kedkaran nayê girtin.
Herwisa di Îranê de ne tenê rêz ji roja kedkaran nayê girtin, belkî mafên wan tê binpêkirin û salane rêjeya bêkarî bilind dibe û kedkar li ser daxwazkirina mafên xwe têne binçavkirin û di girtîgehan de rastî azar û îşkenceyan tên.
Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê di peyama xwe de bas ji rewşa jiyana kedkaran di Rojhilatê Kurdistanê de kiriye ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye afirandin û kedkar û xelk neçar in bo dabînkirina hewcehiyên jiyana xwe rû li bajarên din yên Îranê bikin, yan rû li kolberiyê bikin.
Herwisa bas ji vê yekê kiriye ku tenê rêka bi dawîanîn bi wê jiyana tal, dijwar û nedadperweriyên civakî nerizayetî, xwenîşandan û hatine ser şeqaman e heta dema herifandina rejîma kevneperest a Îranê.