Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê di asta berpirsên yekem de kom bûn

17:59 - 29 Kanûna Paşîn 2020

Roja Sêşemî, 8`ê Rêbendan, civîna Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê di asta berpirsên yekem de pêk hat.

Destpêka civînê bixêrhatina amadebûyan ji aliyê “Mistefa Hicrî”, Lêpirsyarê Giştî ê PDKÎ û berpirsê Dewra Navenda Hevkarî ve hate kirin.

Piştre bo rêzgirtin ji canê paqij ê qurbaniyên erdheza Bakurê Kurdistanê û hemû şehîdên Kurdsitanê xûlek bi bêdengî bi pê ve sekînandin.

Piştî vê, destûra kar a kombûnê xistine ber nerînên amadebûyan û piştî erê kirinê, yekem beşa civînê ku ji nerîn û gengeşe kirin li ser kar û peywendiyên Navendê, û li ser asta navnetewî û girêdayê pirsa Kurd li Rojhilatê Kurdistanê pêk hatibû.

Piştî gengeşekirina wê mijarê, civîna xebata Navendê bilind hate nirxandin û komek ji raspardin û biryar bo bi encam gihîştina bernameya karê Navenda Hevkariyê bi hinek ji wan hevalên ku hey`etê dîyarî kirine spartin.

Di pareke din de, bas li ser rewşa rejîma Îranê û li ser wan kirîzan bû ku, hemû alîyeke sîstem û desthilata rejîmê ji xwe ve girtiye û rejîm ji her aliyekê ve rastî paşxistin û dûrketinê kiriye, di wê derheqê de baseke hûr li ser hate kirin, û piştî wê basê ku hestiyarbûna rewşa Îranê û Kurdistanê û seha welatparêzî û mafxwaziya xelkê Kurdistanê ku, xwe di wan xwenîşandanên çend mehên derbasbûyî de nîşan dan ku, li hemberî siyaseta zilm û zordariya rejîmê, bi serhildana giştî û netrisane ya xwe ve dane xuya ku, xortên gelê Kurd li hemberî dîktator û kevneperestan di xebat û berxwedana xwe de, heya gihîştin bi armancên siyasî û netewî yên xwe dê xebatê didomîn in.

Di vê civînê de, tevî bilind nirxandina çalakiyên pir ji şanazî yên xelkê Kurdistanê û bajarên din yên Îranê, li ser berfirehtirkirina xabata giştî û xurtirkirina wan çalakiyên Navenda Hevkariyê, di hemû qonaxên xebatê de, bi taybet siyasî û dîplomasiya digel civaka Navnetewî û Partî û aliyên siyasî yên opozîsiyon yên Îran û  herwisa aliyên Kurdistanê, biryar dan ku lêjneya Navenda Hevkariyê çalakiyên xwe xurtirbikin û bo wê mijarê pêngavan biavêjin.

Di wê derheqê de, berpirsên hey`etê hatine erkdarkirin, ku di warê çalakiyên hevpar yên rêkxistinê û girîngîdan bi xebata medenî û pêşmargayetî û ragihandin, giringiyeke giştî pê bidin û ji warê kiryar ve jî, programên Navnda Hevkariyê cîbecî bikin.

Di dawiya wê civînê de, berpirsên bilind yên Navenda Hevkariyê, di rewşeke dostane de, ku di heyama çend demjimêran de birêveçûbû dawî bi karê xwe anî û “Mistefa Hicrî”, spasiya amadebûyan kir.

Navenda Hevkarî a Partiyên Kurdistana Îranê

8`ê Rêbendana 1398`an

28 Kanûna Paşîn a 2020`an