Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê: “Xelkê têkoşerê Rojhilatê Kurdistanê dîsan hemaseyeke din afirandin”

14:04 - 19 Hezîran 2021

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê li derheq hilbijartinên Komara Îslamiya Îranê daxuyaniyek belav kir.

Deqa daxuyaniyê wiha ye:

Daxuyaniya Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê bi boneya binav hilbijartinên Komara Îslamî li Kurdistanê.

Roja Înê 18ê Hezîranê sala 2021 a zayînî, xelkê têkoşer û niştîmanperwerê Kurdistanê bi baykotkirina berfireh û çalakane ya hilbijartinên Serkomarî û şêwraya gund û bajaran, dijatî digel siyasetên Komara Îslamî kirin û bo hemû cîhanê selimandin ku tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, pêşengê xebat û rawestan li dijî rejîma Îslamiya Îranê ye.

Tevî hemû hewlên rejîmê bona rakêşana xelkê bo ser sindoqên dengdanê, hişyariya civaka xwedî bawer bi mafên xwe, hemû hewlên rejîmê bê encam hîştin.

Pêka amaran û pêka wan girte vîdiyoyên ku ji aliyê rêkxirav û çalakên navxweyî ve bi destê me gihîştiye, rêjeya beşdarîkirina xelkê Kurdistanê di asteke herî kêm de bûye û heta li hin bajarên Kurdistanê de li askete çavrênekirî kêm bûye. Ew di halekê de ye ku bi giştî di tewahiya Îranê de rêjeya beşdarîkirin di hilbijartinan de gelek kêm bûye.

Xelkê têkoşer û niştîmanperwerê Rojhilata Kurdistanê! we dîsan hemaseyeke din afirand, tevî pîrozbahîkirina wê serkevtinê li gelê Kurd û gelên Îranê û hemû hogirên azadî û demokrasî û dadperweriyê careke din we nîşan da ku, bi îradeyeke yekgirtî peyama retkirina Komara Îslamî û sîstema wê bi raya giştî gihand.

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê

19ê June 2021 a zayînî

19ê Hezîran a sala 2021