Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê, bêhelwestiya dewleta Utrîşê mehkûm dike

19:10 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê di daxuyaniyekê de belav kiriye, ku welatên berpirs û bi taybetî welatên Ewropî, binpêkariya mafê mirovan ji aliyê rejîma Îranê û terorîzma dewletî ya rejîma Îranê ve bo berjewendiya kurtheyam piştguh nexin.

Deqa daxuyaniyê weha ye:

Daxuyaniya Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê bi boneya 29.emîn salvegera terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî di Viyenê de

Civaka Kurdistanê bi giştî û civaka siyasî ya Kurdistana Îranê bi taybetî yek ji qurbaniyên terorîzma navdewletî ya Komara Îslamî ya Îranê ye.

Terorîzma navdewletî ya rejîma Îranê li dijî Kurdistanê di sala 1358`an de, û ji dadgehên çend çirkeyî ên Sadiq Xelxalî ve dest pê kiriye, û heya niha jî metirsiya herî mezin e li ser çalakên siyasî ên Kurdistana Îranê, ku heman terorîzma navdewletî ye, û ji metodên neguhere deshilata Tehranê ye.

Di heyama çar dehikên borî de ji riyên curbicur ve, û li dirêjiya heman siyaseta terorîzmê hewla têkdana civaka Kurdistanê hatiye dan, û hevdem bi sedan kes ji têkoşerên PDKÎ û Saziya Xebat û Komele û hêzên din ên siyasî ketine ber êrîşa terora axûndên Îranê, û terora fîzîkî hatine kirin. Hemû ew tawanên ku nahêne bexşîn, li ber çavên cîhanê hatine kirin, û mixabin di cîhana danûstandinên aborî de, ew cinayet hatine peçavtin û tawanbar heya Tehranê hatine îskortkirin.

 Ji enacama guherîna siyaseta Amerîkayê derheq Îranê, îşarekirina bi terorkirina şehîdan Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî bi destên dewleta Îranê, ji aliyê berpirsên Amerîkayê ve, dikare belgeyeke din be li ser vê ku neteweya Kurd li Kurdistana Îranê, goriyê destên terorîzma navdewletî ya Komara Îslamî ya Îranê ye.

 Qonaxa niha renge derfeta herî baş be bona zindîkirina hemû keysên terorkirina têkoşerên siyasî li Kurdistana Îranê, û bi taybetî terorkirina Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî,  û hevalên wan. Herwisa hevdem hewce ye ku bona berbirûbûna digel terorîzma Komara Îslamî, hemû welatên berpirs û bi taybetî welatên Ewropî, li hemberî ewlehiya cîhanê de binpêkariya mafê mirovan, ji aliyê rejîma Tehranê û terorîzma navdewletî ya vê rejîmê, bo berjewendiya kurtheyam piştguh nexin, û di vê çarçoveyê de jî, bêdengî û bêhelwestiya heya niha ya dewleta Utrîşê mehkûm bikin.

Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranên tevî mehkûmkirina terorîzma navdewletî ya rejîma Îranê û terora Viyenê, terorîzma dewletî li dijî Kurdistana Îranê, wekî dosiyeyeke vekirî lê dinihêre, û amade ye ligel her dadgeheke bêalî hevkariyê bike, bona vê ku dosiyeya terorîzma navdewletî ya Komara Îslamî li dijî Kurdistanê, di vê dadgehê de bê gengeşekirin, û êdî di bêdengiya cîhanê de, kesayetî û çalakên siyasî ên Kurdistanê, ji aliyêre jîma dîktator ya Îranê ve nehêne terorkirin. 

Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê

20.04.1397