
Kurdistanmedia: Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê di daxuyaniyekê de piştevaniya xwe ji girevgirtina ajotvanên tirombêlên barhilgir eşkere kir.
Deqa daxuyaniyê:
Daxuyaniya Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê: Em piştgiriyê ji gireva ajaotvanên tirombêlên barhilgir dikin.
Heyama nêzîk bi hefteyekê ye ku ajaotvanên tirombêlên barhilgir di çendîn bajarên Îran û Kurdistanê de ji wan: Meşhed, Hemedan, Bûşêhr, Îsfehan, Şîraz, Seqiz, Kirmaşan, Dîwandere, û …hwd, bona nîşandana nerazîbûna xwe di hemberî cîbicînekirina xwestekên pîşeyî girev girtine, û serbarê qewlên bêbingeh ên karbidestên Komara Îslamî bona cîbicîkirina daxwazên xwe, girevgirtin di çendîn bajarên curbicur de berdewam e.
Herçend ku girevgirtina ajaotvanan daxwazeke pîşeyî ye, lê encam û beşek e ji vê kirîza aborî ku deshilatdarên rejîmê bo xelkê Îranê pêk anîne, û xelk bona bidestveanîna bijêwa jiyana xwe ya rojane rastî çendîn kêşeyan dibin. Eva jî di demekê de ye ku Komara Îslamî her sal çendîn milyard Dolarî dike xercê girûpên tundrê û terorîst di welatên cur bi cur de.
Em tevî eşkerekirina piştevaniya xwe ji gireva berfireh ya ajotvanên tirombêlên barhilgir di bajarên Îran û Kurdistanê û herwisa girev û nerazîbûna tex û çînên curbicur ên civaka Îranê, daxwaza desteberbûn û bidestxistina dawazên wan ên rewa dikin.
Bersivnedana bi daxwazên tirombêlên barhilgir mînakek e ji piştguhxistina jiyana xelkê ji aliyê berpirsên rejîma Îslamî ve.
Serkevtî be gireva ajotvanên tirombêlên barhilgir li bajarên Îran û Kurdistanê
Hiloşe rejîma Komara Îslamî ya Îranê
Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê
05.03.1397