
Kurdistanmedia: Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê duyem bangewaza xwe derheq bûyera bajarê Sine belav kir, û tê de çend daxwazek rû li xelkê Kurdistanê belav kirin.
Deqa bangewazê weha ye:
Bangewaza Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê derheq bûyera bajarê Sine (Hejmar 2)
Siyaseta ferq û cudahîdanîn, bêdadî, û xemsariyên Komara Îslamî ya Îranê li derheq gelê Kurd di heyama salên deshilatdariya xwe de, berdewam bedbextî û karesat bo neteweya me li pey xwe hebûye, û birînek hêşta necebiriye, ku birîneke kûrtir cihê wê digre.
Rohn û eşkere ye ku ew deshilat, siyaseta niha ya wê, derheq Kurdistanê domandina heman fetwaya Xomêynî ye bo kuştara xelkê Kurdistanê, û ji riyên cur bi cur ve wekî pêketina bi madeyên sirkerr û kuştara kolberan, û wêraniya rê û banên Kurdistanê, û …hwd, siyaseta dijîgeliyane ya xwe ber bi pêş ve dibe.
Berevajiyê hinek dengan, em tawana karesata şefeqa roja Çarşemiyê ya pêşberî termînala bajarê Sine ku bûye sedema canjidestdana 27 hevwelatiyên Kurd, dixin stûyê deshilata Komara Îslamî, û xemsariyên bizanebûn ên deshilatê, û bersivdernebûna wan ya berdewam derheq xwestek û daxwaziyên xelkê, ku bûne sedema bûyerek bi vî rengî hejîner û dilêş.
Qebûlkirina vê pêvajoyê tenê berdewamiya xisaretê ye, û karesata zêdetir li pey xwe tîne, û hewce ye ku em bac û têçûya şaşî û bêberpirsyariyên deshilatê di Kurdistanê de, bo Komara Îslamî giran bikin, û nehêlin ji vê zêdetir bi canê hevwelatiyên Kurd bihê leyîstin. Lewra hewce ye êdî derheq vê bersivdernebûna bizanebûn ya merghîner bêdeng nebin, û kerb û bêzariya xwe bikin hawara nerazîbûnê, û bi rûyê dîktatorên dijîgelî de biteqin.
Me jêve ye ku bona vê ku, dawî bi van bûyerên bi vî rengî bê anîn, pêwîst e ku ew derfet bê bikaranîn, û vê karestaê bikin hêvinê tevgerekê bona binbirkirina xemsariyên deshilatê derheq çêkirina riyên Kurdistanê.
Lewra hewce ye ku di vê çarçoveyê de ew xalên jêr bêne berçavgirtin:
-Roja Şemiyê 23`ê Pûşperê bikin roja şîn û matemîna giştî li raserî kurdistanê de.
-Hewce ye ku yek ji hewlên berdewam ên rêkxirawên civaka medenî li Kurdistanê daxwaza çêkirina riyên Kurdistanê be, û vê xwestekê bikin, xwesteke hertimî û berdewam.
-Daxwaza azadkirina bê şert û merc ya hemû bendkiriyên nerizayetiya bûyera agirgirtinê li termînala Sine bê kirin.
Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê cardin sersaxiyê li xelkê kurdistanê û xizm û kes û karên qurbaniyan dike, û hêviya başbûn û şefaya bilez ji birîndaran re dixwaze. Em daxwazê ji civatên xelkê Kurdiatanê dikin, herwekî ku çawa di karesata bûyera erdheja Kirmaşanê de hevxemiya sertaserî nîşan dan, bi heman awayî xwe li qurbaniyên vê karesata dilêş bikin xwedan, û bi yekrîzî û yekîtiya xwe, pêşiya bûyerên weha li kurdistanê bigrin.
Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê
21.04.1397