Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê bangeşeke belavkir

13:16 - 27 Adar 2019

Kurdistanmedia: Banga Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê di derbarê bûyerên sirûştî ên rojên derbasbûyî de.

Xelkê êşdîtî û ziyanbar ê navçeyên cuda ên Îran û Kurdistanê, çalakvanên sivîl û siyasî ên hindirî welat!

Mixabin di rojên derbasbûyî de û li gor ku keşnasiyê jî pêşbînî kiribû, pêleke baranê, navçe û bi taybetî Îran lixwe girt. Mixabin beşeke zaf ji gund û bajarên parêzgehên cuda ên Îranê rastî lehiyê hatine ku gelek ziyanên madî û canî li pey xwe ve anîn.

Asta van xesaran dikarîbû kêmtir be lê ji ber siyasetên şaş û neberpirsyarane ên desthilatdarên rejîmê, nebûna pilan û pirojeyên zanistî ên jîngeparêziyê û vejandin û xurtkirina endazyariya bingeha avadenkirinê, rê û pir û bendavan, berfirehbûna biyabanan û jinavbirina daristanan di encama kiryarên Sipaha Pasdarên rejîmê de û bi kiryarên binkeyên din ên neyasayî ên rejîmê, mixabin ast û berfirehiya van bûyeran dişube karesatên mirovî û gelek dîmenên tirajedîk li pey xwe ve tîne. Bo mînak li parêzgeha Gulistanê karesat pir mezin bû û sedem jî birîna rojane 123 hêktar ji daristanan ji aliyê mafyayên rejîmê ve ye. Piştî ku sala 95'an Meclis hate deng, mafyayên rejîmê berên xwe dane Zagrosê. Lewma divê hemû alî rê li ber talankiriba daristanên Kurdistanê bigirin.

Em li vir hevxemiya xwe ji bo qurbanî û ziyanbaran û bi taybetî xelkê Serpêla Zehaw tînin ziman ku zêdebarî rewşa wan a nebaş a piştî erdhejê, bi siyasetên neberpirsane ên rejîmê zêdetir êş dîtibûn. Herwisa em ji civaka navdewletî dixwazin givaşê bixin ser rejîmê daku bi dabînkirina bûdceyê, bigihe hawara ziyanbaran. Ji çalakvanên sivîl û siyasî ên navxwe jî dixwaxin bi ezmûnên xwe ên berê di warên jîngeyî û mirovahiyê de alîkariya vî xelkî bikin. Divê ew bi vî karê xwe rê li ber şanogerî, manor û kiryarên rejîmê ji bo talankirina alîkariyan bigirin.

Xelkê azadîxwaz û bêzar!

Em car din hevxemiya xwe li hemberî vê karesatê tînin ziman û sersaxiyê didin malbatên vê bûyera pir xem û hêviya başbûna tendirustiya birîndaran û başbûna rewşê dikin. Herwisa em, çalakiyên neyasî ên hêzên tepisandinê ên rêjîma Îslamî û hewlên wan ji bo bêdengkirina nerazîtiya ziyanbarên baran û lehiyê şermezar dikin.

Bi hêviya jiyaneke aram ji bo hemûyan

Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê

26'ê Adara 2019'an a Zayînî