
Kurdistanmedia: Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê ji nevendên mafên mirovan û azadîxwazan dixwaze ji bo rêgirtin ji darvekirina girtiyekî siyasî ê Kurd, nerazîtiya xwe li hemberî rejîma Îranê bînin ziman.
Daxuyanî wiha ye;
Daxuyaniya Navenda Hevkariyê derbarê egerên darvekirina xortekî Kurd
Xelkê bi rûmet ê Kurdistanê!
Navendên mirovdost ên parêzvanên mafên mirovan!
Desthilata reş a Komara Îslamî a Îranê di 40 salên derbasbûyî de bi armanca qutkirina dengê azadîxwazên neteweya me û berdewamkirina biryarên nerewa ên xwe, hemû şêweyên tepisandinê ceribandine û xirabtirîn û çewttirîn şêwazên tepisandin û tawanan li hemberî neteweya me bi kar anîne.
Gelê Kurd li Kurdistana Îranê di warê rêjrya darvekirinên siyasî de di asta herî jor a rêzbendiyan de ye û xortên me bi hêncet û tometên nerast têne darvekirin. Niha jî ku kirîzên cuda, derdora dîktatoriya melayan girtine, her roj pirsgirêkên siyasî ên navdewletî û navxwe berfirehtir dibin û bê guman rejîm ji her demeke din zêdetir ji teqîna kerb û hesta tolhildanê a neteweyên Îranê ditirse, ji ber vê rêjeya darvekirinê bilind dike û wê jî weke çareseriyek bi armanca tirsandina azadîxwazan ji vê desthilat û sîstema dijî azadîxwazan bi kar tîne.
Di berdewamiya tawanên rejîma Tehranê de li hemberî gelê me, vê carê jî xortekî bê tawan ê Şinoyî bi navê “Hidayet Ebdullapûr” bi tometa alîkariya Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê rastî kerb û kîna berpirsên xwînrij ên rejîmê hatiye.
Navhatî beriya niha di bêdadgehên Komara Îslamî a Îranê de bi 30 salan girtîgehê hatibû cezakirin û di pêdeçûna dadgehê de bi destwerdana Sipaha Pasdaran, ew biryar ji bo darvekirinê hate guhertin û niha jî egera darvekirina wî zêde bûye.
Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê vê biryara nerewa şermezar dike û ji tevahiya azadîxwaz û navendên mafên mirovan di asta navdewletî de dixwaze, dengê nerazîtiyê derheq vê tawanê hildin, û bi givaşên navnetewî û giştgîr, rê li ber darvekirinên siyasî û îdama Hidayetan û Ramînan bigirin.
Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê
15’ê Pûşpera 1397’an a Rojî
(6’ê Tîrmeha 2018’an a Zayînî)