Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê derheq bidawî anîna rêûresimên Newrozê daxuyaniyek belav kir

12:34 - 27 Adar 2019

Kurdistanmedia: Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê, bi sedema lehîhatina di bajarên Kurdistan û Îranê de, rêûresimên Newrozê bidawî anîn.

Bi nîşaneya hevderdî di gel hevwelatiyên Îran û Kurdistanê ku rastî lehiyî hatine rêûresimên Newrozê bidawî tînin

Hevwelatiyên rêzdar!

Xelkê mafxwaz yên Kurdistanê!

We bo careke din û li Newrozeke din a Kurdevarî de, bi birêvebirina çendîn rêûresimên mezin û tejî li peyam û naveroka neteweyî û nîştimanî li asteke bilind a cemawerî de we selmandiye ku, li pêxema xwast û daxwaziyên mirovî û neteweya xwe de û wisa berdewam dişopînin, cihê spas û pêzanînê ye.

Di demekê de ku, tevî berbest û givaşên hêzên serkutkar yên rejîmê, hûn mejûlê birêvebirina beşeke din a li rêûresimên Newrozê yên îsal bûn, û li gorî birayr û rêk ketina pêşveqt ku, pilan bo hatibe darêtin, digel bûna li heyamên rojên bê de, li çend cih û navçeyên din rêûresimên mezintir û bi coştir bi hatina lidar xistin,lê, mixabin bi sedema rewşa keşûhewayî baranbarîn û  rabûna lehiyî li çend bajar û deverên Îran û Kurdistanê, rewşeke giran û çavnihêrnekirî hate pêş ku, zirarên giran yên malî û canî bi xelkê welat û nîştimana me gihand.

Her bi vê sedemê jî, partî û aliyên endam di “Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê”, tevî nîşandana xemgînbûn û kesera xwe, û şermezarkirina xemsariyên dezgehên pêwendîdar yên rejîma Komara Îslamî a Îranê, di pêwendî digel vê rewşa ku bi ser xelkê de hatiye, û tevî gotina sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan û hêvî xwastina başbûna zotir a birîndaran, û herwisa bi drust dizanîn ku bi nîşaneya hevxemî digel xelkê zirar berketî,  dawî bi birêveçûna rêûresimên Newrozê bê anîn.

Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê

6`ê Xakelêweya 1398`an

26`ê Adara 2019`an