
Kurdistanmedia: Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê di civîna herî dawiyê a xwe de derbarê guhertinên li Kurdistan, Îran û navçeyê nerînên xwe li hev guhertin û spasiya xortên Kurd ji bo xebata bê bêhnvedan kir û ji hemû Kurdan jî xwest piştevaniya Navendê bikin.
Daxuyanî wiha ye;
Daxuyaniya Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê Navenda Hevkariyê, roja 3’ê Sermaweza 1397’an a Rojî (24’ê Çiriya Paşîn a 2018’an a Zayînî) civînek bi beşdariya berpirsên bilind ên partiyên Kurdistana Îranê bi mêvandariya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê birêve çû.
Destpêkê birêz Mistefa Hicrî Lêpirsyarê giştî ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bixêrhatina şandeyên beşdar di civînê de kir û civîn bi deqeyek bêdengiyê ji bo rêzgirtin ji şehîdên vê dawiyê ên Kurdistana Rojhilat û xebatkarên azadîxwaz ên gelên Îranê dest pê kir.
Lêpirsyarê giştî ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di gotareke siyasî û giştî de bal kişande ser rewşa niha a rejîma Komara Îslamî a Îranê, encamên dorpêçên vê dawiyê ên aborî li ser rejîmê, rewşa nebaş a aboriya welat û daketina pêwîstiyên jiyana xelkê, gendeliya malî û givaşên navxwe û derve li hemberî rejîmê.
Got jî ku di vê hevkariya di navbera partiyên Kurdistana Îranê de xurttir bibe ji ber ku bandorê dike ser rewsê. Di civînê de behsa kar û çalakiyên Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê, mûşekbarana baregehên wan partiyan û darvekirina hejmarek ji çalakvanên siyasî ên Kurd di meha Xermananê de ji aliyê Komara Îslamî ve hate kirin.
Herwisa spasiya aliyên beşdar ji bo kar û çalakiyên wan hate kirin û hate gotin ku hevdengî, hevgirtîbûn û hevhelwestiya aliyên siyasî, gireva giştî û dîrokî a 21’ê Xermananê li pey xwe ve anî ku rûpeleke tijî şanazî bû di karnameya xebata Kurdan de li Kurdistana Îranê. Di civînê de hemû alî hevhelwest bûn ku divê hevkarî û hevhelwestiya di navbera wan aliyan de berdewam bike û Navenda Hevkariyê, spasiya xelkê Kurdistanê jî kir ji bo xebata wan û silav û rêzên taybet ji bo girtiyên siyasî û binçavkiriyên vê tevgera hevhelwest a Kurdan şandin ku li hemberî siyaseta zordarane a Komara Îslamî a Îranê xwedî helwest û vîneke şoreşgêrî û xebatkarane bûn. Di çarçoveya behs û nerînên lêpirsyarê giştî ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de jî, şandeyên her yek ji endamên Navenda Hevkariyê, nerînên xwe anîn ziman û pêşniyarên xwe ji bo xurttirkirina van mijaran vegotin. Encama civînê jî ev bû ku Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê, di kar û çalakiyên xwe de berdewam be û ji bo xurtkirina Navendê, tevahiya şêwazên xebata rewa û serdemiyane li navxwe û dervey welat bêne bikaranîn û hate gotin ku divê xortên Kurd ên ku xema pirsa Kurd û pêşeroja welat dixwen, piştevaniya Navendê bikin û li dijî tepisandin û zordariya rejîmê derkevin. Di dawiya civînê de biryar hate standin ku Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê hewl bide di heyameke destnîşankirî de pilatforma xwe ji bo pêşhatên nû û guhertinên ku têne çaverêkirin li Îranê çê bibin, amade bike û xelkê xebatkar ê Kurd, partiyên opozîsyona Îranê û civaka navdewletî ji wan bêne haydarkirin. Ji bo ku ev erk bi awayekî lezgîn bêne encamdan, biryar hate standin ku şandeyên nûner ên Navendê, bi rengekî ciddî û bi pêwendiyeke nêzîktir bi berpirsên yekem ên wan partiyan re mikanîzma pêwîst di warên cuda de destnîşan bikin. Di civînê de her yek ji birêzan kek Umer Êlxanîzade sekreterê giştî ê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê, kek Mistefa Mewlûdî sekreterê giştî ê Hizba Demokrata Kurdistanê, kek Salih Şerîfi endamê deftera siyasî a Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêş ên Kurdistana Îranê bi nûneratî ji aliyê birêz kek Ebdulla Muhtedî sekreterê giştî ê Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêş ên Kurdistana Îranê ve, kek seyîd Kamîl Nûranîferd endamê deftera siyasî a Sazmana Xebat a Kurdistana Îranê bi nûneratî ji aliyê kek Babaşêx Husênî sekreterê giştî ê Sazmana Xebat a Kurdistana Îranê ve, ku serokatiya şandeyên beşdar di civînê de dikirin, di çarçoveya behs û mijarên civînê de û herwisa ji bo biryar û rasipartiyên Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê guhertinên dawiyê ên pêwendîdarî pirsa Kurd jî şirove kirin û hevdengî û hevhelwestiya Navenda Hevkariyê û hevgotariya tevgera Kurd, bi pêwîst zanîn.
Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê
3’ê Sermaweza 1397’an a Rojî
24’ê Çiriya Paşîn a 2018’an a Zayînî