Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê daxuyaniyk belav kir

21:23 - 1 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê, bi boneya 39.mîn salroja bîranîna cangorîkirina Fo`ad Mistefa Soltanî daxuyaniyek belav kir.

Deqa daxuyaniyê wiha ye:

Daxuyaniya Navneda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistna Îranê bi boneya 39.mîn salroja bîranîna cangorîkirina Fo`ad Mistefa Soltanî

 Di dîroka tevgerên rizgarîxwaz de, kêm nînin ew serkirdeyên leheng û bê mînak ku canê xwe li pêxema gihîştin bi azadî û armancên xwe de gorî kirine.

Tevgera Kurd di Kurdistana Îranê de jî wekî tevgereke mafxwazane di heyama li ser karbûna Komara Îslamî di heyama 39 salên borî de, xesareke mezin daye, û di nav hemû hêzên siyasî de, rêberan jî bi xwîna xwe, xetîra vê şoreşê germ ragirtine.

Yek ji wan serkirdeyan kak Fo`ad Mistefa Soltanî ye, ku di roja 9`ê Xermanan 1358`an de, canê xwe li pêxema gihîştin bi armancên xwe de gorî kir. Kek Fo`ad Mistefa Soltanî kesayetiyekî naskirî bû, û herwisa endamê malbatekê bû ku çar birayên wî ên din jî, di şerê li dijî Komara Îsalmî û siyasetên wê di Kurdistanê de, di girtîgehên vê rejîmê de hatine îdamkirin.

Cangorîkirina kesayetiyên naskirî û serkirdeyên hizbên Kurdistana Îranê di heyama çar dehikên derbazbûyî de, nîşanderê vê rastiyê ne ku şoreş di Kurdistana Îranê de, berhema têkoşîna hemiyan e, û serkirde û pêşmerge hertim mil bi milê  hevdu û cangoriyane bi hev re qurbanî dane.

   Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê tevî mekûmkirina hemû tawanên Komara Îslamî li Îran û Kurdistanê rêz dgire ji xebat û fedakariya kek Fo`ad Mistefa Soltanî, û terora hemû serkirde û şoreşgeran şermezar dike, û soz dide ku tevgera rizagarîxwaziya Kurdistanê heta gihîştin bi armancên bilind û mirovahiyê yên hemû xebatkarên Kurdistanê berdewam dibe û pêdagirtir ji hemû demê riya şehîdên neteweya Kurd û rêberên xwe didomîne. Em xatricem in ku asoya serkevtinê nêzîk e, û emê wê rojê bibînin ku gelê Kurd jî azadane û di nav girseya gel de, rêz ji têkoşer û rêberên xwe yên şehîd digire.

Navenda Hevkariyê  ya Partiyên Kurdistana Îranê

9`ê Xermanana 1397`an

31`ê Tebaxa 2018`an