Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê, pîrozbahî li Nadiya Murad kir

18:38 - 6 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê, bi boneya wergirtina xelata aştiyê ya “Nobel”ê ji aliyê “Nadiya Murad” keça Kurd ya Êzidî ve, peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Peyama pîrozbahiyê ya Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê, bi boneya wergirtina xelata aştiyê ya “Nobel”ê ji aliyê “Nadiya Murad” keça Kurd ya Êzidî ve

Keça  Kurd ya Êzidî a xelkê bajarê Şengalê, û balyoza aştiyê di NY de, “Nadiya Murad” digel “Denis Mukwege” bi hev re xelata “Nobel”ê ya aştiyê ya sala 2018`an bi dest ve anîn.

Sala 2014`an, çekdarên bîrteng û sedsala navînî ên“Dewleta Îslamî di Îraq û Şamê” naskirî bi “DAÎŞ”ê, êrîşî ser bajarê Şengalê kirin û dagîr kirin, û di vê êrîşa dirindane de, mezinatî û hêybeta mirovî ya bi hezaran mirovên bê tawan şikandin, û bo careke din neyarên Kurdistan û Kurd hewla dagîrkirina Kurdistanê dan.

Nadiya Murad, piştî vê ku li ber çavê wê, 5 bira û dayîk û bavê wê bûne qurbaniyê wê zilma mezin, yek ji wan hezaran keçan bû ku ji aliyê vê saziya terorîstî ve hate êxsîrkirin, ku di bajarên di bin desthilata “DAÎŞ”ê de, bo meremên dijîmirovî dihatin kirîn û firotin.

“Nadiya Murad” piştî heyamekê karî xwe ji destê vê saziya terorîstî rizgar bike, û piştî rizgarbûnê, karî bibe dengê wan keçên bêtawan yên ku li jêr destê “DAÎŞ”ê de rastî îşkencekirin û çendîn karên xirab yên din hatine.

Nadiya Murad bi hewl û têkoşîna berdewam, bibû hawara ji dil ya mirovheziyê û parastina keraeta mirovî.

Nadiya Murad bi sedema karkirina li ser pirojeya bi navê “Bidavîanîna tundûtîjiyên cinsî, wekî çekeke şer” karî bi hevpariya digel “Denis Mukwege” xelata “Nobel” a aştiyê bi dest xwe bixîne.

Rastiya vê yekê nayê haşakirin, ku di asta azarên Kurd û hemû pêkhateyên Kurdistanê de, her cure xelat û pêzanînek di asta xemên me de nine, lê bihîstina vê nûçeyê ji aliyê ewên regezperestane şev û rojan dikin yek, ew qas hejîner e ku bi qasî hemû wan êş û azaran e ku gehandine Êzidiyan.

Di demekê de, “Nadiya” xelata aştiyê  werdigire, ku jinên civaka Îran û bi taybet Kurdistanê, di bin hejmûniya serkutkirinên tund yên bîra “wilayetî Feqîh” de rojane rûbirûyê zilm û bêrêzîkirinê dibin û netirsane bo bidestveanîna mafên xwe di hewlên berdewam de ne.

Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî “Nadiya Murad” û Kurdên Êzidî û hemû wan kesan dike, ku bo bidestveanîna aştî û azadiyê, ji tu awayên zehmet û têkoşînê xwe bêpar nakin.

Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê

14`ê Rezbera 1397`an