
Kurdistanmedia: Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê, bi boneya can jidestdana komek jîngehparêz û çalakvanên medenî yên bajarê Merîwanê daxuyanyek belav kir û tê de sersaxiyê dibêje hemû xelkê Kurdistana Rojhilat.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Li gorî nûçeyan, piştî agirgirtina darsitanên gundê “Selesî” a girêdayî devera Merîwanê, 4 kes ji çalakvanên medenî û jîngehparêz ku yek ji wan çalakvanê naskirî “Şerîf Bacwer” bû, û ji bo vemirandina agir çûbûne wê deverê, jiyana xwe ji dest dan, û herwisa hejmareke din jî birîndar bûn.
Ji kesê veşartî nine ku karbidestên rejîma Komara Îslam a Îranê, bi sedema xemsarî û zêdeyî caran jî bizanebûn û bi pîlanên pêşvext, jîngeh û daristanên Kurdistanê ji nav dibin; û li hemberî wê de jî çalakvanên medenî û jîngehparêziyê yên xwecihî yên deverê jî, bi kêmtirîn alavan hewla parastina jîngeha Kurdistanê dane. Em Komara Îslamî û pîlan û kiryarên wê ên dijminkarane ku li hemberî xelk û ax û xwezaya Kurdistanê de encam didin, tawanbar û berpirsiyarê vê karesatê dizanin. Kurdistan ev çar dehik in ku bûye cihê karesatan, û berdewam di encama pîlan û siyasetên şaş û nebicî yên karbidestên neberpirs de qurbaniyan dide.
Ev heyama salan e ku rejîma Îslamî a Îranê, zendê xwe hildane bo talankirina serwet û samana Kurdistanê û kavilkirina Kurdistanê, û xwezaya wê ramaliye, û bi hincetên vala û hincetên bê bingeh ketiye canê jîngeha Kurdistanê û li hemberî wê de jî, komek ji mirovên têkoşer, bihelwêst, bi bê wergirtina tu poan (îmtiyaz)ekê, bi destê vala, bûne parêzerên jîngeh û nîştimana xwe, û îro jî “Şerîf” û hevalên wî canê xwe li pêxema parastina jîngeha nîştimana xwe de kirine gorî.
Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê, sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî vê desteya şehîdên riya parastina jîngeha Kurdistanê, malbatên wan, xelkê Merîwanê û bi taybet çalakvanên medenî û bi giştî Kurdistana Rojhilat dike.
Silav ji bo riha paqij a ewên ku jiyana xwe di riya nîştiman de gorî dikin, û em hêviya başbûnê ji bo birîndarên vê bûyerê dixwazin.
Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê
3`ê Xermanana 1397`an
25`ê Tebaxa 2018`an