Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Hevkariyî a Partiyên Kurdistana Îranê destxweşî ji xelkê Kurdistanê kir

18:52 - 26 Adar 2019

Kurdistanmedia: Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê, di peyamekê de, bi boneya lidarxistina cejna Newrozê di Kurdistanê de, spas û pêzanîna xwe ji xelkê xebatkar yê Kurdistanê re nîşan da.

Deqa peyamê wiha ye:

Peyama Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê, bi boneya birêveçûna merasima Newrozê

Xelkê xebatkar û nîştimanperwer yê Kurdistanê

Her wek bo hemiyan rohn û eşkereye, Newroz nûbûna sal û dawîhatin bi demsala serr û seqemê û destpêkirina jiyaneke nû bo mirov, jîndar, dar û çiya ye,lê, bo me Kurdistaniyan Newroz sembola roja serîrakirin û roja serkevtina azadiyî  bi ser seqema bindestî û zordariyê de ye.

Di Kurdistana li jêr destê zilma Komara Îslamî de, îsal jî Newroz bû bi hêvîna tebahî û birayetiya neteweyî, û xelkê Kurdistanê bi hemû çîn û texên civakê û bi bê liberçavgirtina dever û bîr û bawer, ol û mesebên coda bi pêşwaziya bangeşeya Navenda Hevkariyî a Partiyên Kurdistanê hatin û we nîşan da ku xelkê Kurdistan û Partî ji li yek coda nînin,û herçavan di heyam 6 mehên borî de xelkê Kurdistanê ducar (21`ê Xermanana 1397`an li rêûresimên Newroza 1398`an) selmand ku siyasetên kuştin û bidarvekirina girtiyan di heyama 40 salên borî de, ku ji aliyê dezgehên serkutkar yên Komara Îslamî derheq xelkê Kurdistanê hatine encam dan, nekariye li ser îradeya neteweyî a gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, zal be û xelk û partî li yektir dûr bike.

Xelkê xwedî îrade û mandînenas yê Kurdistanê

Di rêûresimên Newrozê de li gund û bajaran, li kolan û şeqam û çiya û zeviyan de we selmand ku çi hêzeke mezin û çi şevqeke mezin bo rizgariya nîştiman  di nav dilê ve de heye.

We bi yekgirtîbûna xwe dîlana azadiyê lidarxist û bi Cemedanî û  Hewrî û golên sor çavên dagîrkaran kor kirin. Newroza îsal her rêûresimên xweşî û şahî nebûn, belkû nimayêşa hêza mezin a gel û Kurdistanê bû, ku tevî gefxwerin û zor anîna rejîmê û anîna hêza leşkerî bo bajar û şeqam û sînoran, we karî rêûresmên Newrozê mezintir û bi panahiya Kurdistanê birêve bibin.

Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê, tevî destxweşî gotina bi bivêrî bûna we, wê serkevtina mezin ji we pîroz dike, ku we nîşanda hûn pêşnegin di şoreş û sekinîna li hemberî zilma zaliman de,we selmandiye ku tevgera rizgarîxwazî a Kurdistanê, pêşnege di cora xebata medenî de, û em wekî Navenda Havkariyî a Partiyên Kurdistana Îranê soza û qewlên xwe digel we nû dikin ku, îsal pêngavên mezintir ber bi yekgirtin û yekdengiyê hilbigirin

Bêguman bideng hatin û coş û keyfxweşî hêviya ve bo yekrêziyê bê bersiv nahêlên û hemû hewlên xwe di vê derheqê de didin.

Mirin û neman bo Komara Îslamî a Îranê

Serkevtî be Tevgera Rizgarîxwazî a Kurdistanê

Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê

5`ê Xakelêweya 1398`a