Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Hevkariyî ya Partiyên Kurdistana Îranê yazdehemîn civîna xwe pêk anî

19:21 - 4 Şibat 2019

Kurdistanmedia: Nûnerên partiyên endamên Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê civiyan, û di civînê de çend mijar û egerên li pêşiya bizava siyasî ya Kurd li Îranê gotûbêj kirin.

 Roja Yekşemî (14`ê Rêbendana 1397`an) yazdehemîn civîna Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê bi mêhvandariya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê hat lidarxistin.

Di civînê de, li ser çend mijar û bernameya Navendê hat axaftin û çend biryar hatin dayîn.

 Di civînê de dûmahîk guhertinên siyasî yên li Îran û Kurdistanê, rewşa Rojhilata Navîn û bandora wê li ser Îranê û egerên li pêşiya bizava Kurd hatin axaftin.

Her wiha rewşa hestiyar ya niha û senaryoyên ne zelal hatin şirovekirin û tekezî li ser yekrêzî, yekhelwestiya zêde ya hêzên siyasî yên Kurdistanê hat kirin.

Di beşeka din ya civînê de pirensîbên Navenda Hevkariyê ya  Partiyên Kurdistana Îranê, bo alîkariya  digel opozîsyona Îranê re û çawaniya sîstema siyasî ya pêşeroja Îranê hatin pesendkirin.

 Mijareka din ya civîna Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê, civîna Warşo (Lehîstan) bû ku dê di demek nêzîk de li ser ewlehiya Rojhilata Navîn û rola komara Îslamî ya Îranê derheq têkdana aşitî û aramiya cîhanê de were lidarxistin.

Di civînê de tekezî li ser girîngiya civîna navdewletî ya Warşo hat kirin û hat gotin ku di vê di wê civînê de bala beşdaran bo ser pirsgirêka Kurd û netewên din yên Îranê her wiha siyaseta komara Îsalmî ji bona asîmîlasyona Kurdan, sepandina şer û milîtarîzekirina Kurdistanê, serkutkirina xelkê Kurdistan û înkarkirina mafên gelê Kurd û paşdehîştina Kurdistanê di warên siyasî, aborî û civakî de, rola komara Îslamî di alozkirina herêmê de û destwerdan di nav karên welatan de û piştevanîkirina terorîzma navdewletî û bernameya mûşekî yên rêjîmê bo  berfireh kirina nearamyî di cîhanê de rabikêşin, û her bo vê mebestê jî, Navenda Hevkariyê hinek bername danî.

Di civînê de, piştî nirxandin û şirovekirina berfireh, çend bernameyên din yên Navendê, ku girêdayî mijarên roj yên Kurdistan û Îranê bûn, hatin pesendkirin.