Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Îslamiya Hamborgê ji heyeta Şêwraya Civaka Îslamiya Hamborgê hate derxistin.

11:58 - 8 Kanûna Paşîn 2022

Navenda Îslamiya Hamborgê ya ser bi rejîma Îranê bi sedema piştevanî ji “Qasim Silêmanî” ji heyeta Şêwraya Civaka Îslamiya Hamborgê hatiye derxistin.

Nûçegihaniya “The Jerusalem Post” ragihandiye ku pêka çavkaniyên zaniyariyan yên welatê Almaniyayê, Navenda Îslamiya Hamborgê ku navendek girêdayê rejîma Îranê ye, bi sedema piştevanîkirin li “Qasim Silêmanî” ji heyeta Şêwraya Civaka Îslamiya Hamborgê hatiye derxistin.

Herwisa pêka rapora “The Jerusalem Post”ê endametiya Navenda Îslamiya Hamborgê ji aliyê heyeta Şêwraya Civaka Îslamiya Hamborgê ve nehatiye hilveşandin.

Ajansa Zaniyariyan ya bajarê Hambûrgê ragihandiye: “Navenda Îslamiya Hamborgê bi fermana “Elî Xamineyî” bi rê ve diçe”.

Herwisa navendên Ewlehiyên Almaniyayê dane zanîn ku Navenda Îslamiya Hamborgê bo bi pêşvebirina armancên rejîma Îranê bo şandina “Şoreşa Îslamî” mifah jê tê vergirtin.

Di meha “January” ya sala 2020an de nûçegihaniya “The Jerusalem Post”ê raporek belav kiribû ku bas ji beşdariya 600 kes ji alîgirên rejîma Îranê di rêûresma taybet bi kuştina “Qasim Silêmanî” de kiribû û wan kesan ji kiryarên terorîstiyên wî terorîstê navnetewî piştevanî kiribûn û ew wek qehremanek! Binav kiribûn.