Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê: Reza Pehlewî bê rêziyê bi neteweyên din yên Îranê dike

19:40 - 11 Hezîran 2022

Navenda Siyasî a PDKÎ, di bersiva axavtinên Reza Pehlewî de wekî axavtinek digel hevwelatiyan di daxuyaniyekê de hişdarî da ku gotinên kurê Şahê Îranê tiştek nînin bilî, înkarkirin û bêrêzîkirina bi neteweyên bindest.   

Deqa daxuyaniyê bi vî awayî ye:

Daxuyaniya Navenda Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê.

Li derheq axavtinên Reza Pehlewî yên bo xelkê serhildêr ên welatê me

Welatiyên rêzdar!

Xelkê şoreşger û serhildêr ên Îranê!

Tev neteweyên bindest yên Îranê!

Di heyama çend rojên derbasbûyî de,Reza Pehlewî di axavtinekê de li ser navê axavitina bi hevwelatiyan re, wekî hevwelatiyekî Îranî nerîna xwe li derheq hereketên nerazîbûn yên vê dawiyê yên hevwelatiyan li hûndrî welat de anîbû ziman.

Reza Pehlewî di wan axavtinên xwe de, li ser yekgirtîbûn û hevkariya xelkê Îranê tekezî dike lê, hevdem bêrêziyê bi neteweyên bindest yên Îranê dike û di hemen demê de rastiya çend netewebûna Îranê înkar dike, wan neteweyan weke êl, eşîr û tayfe binav dike û ev yek di halekê de ye ku, her wan neteweyan û bitaybet neteweya Kurd di heyama desthilatdariya Pehlewî û Komara Îslamê de, di rêya gihîştin bi azadî û mafê neteweyatiya xwe de xebat û têkoşîn meşandine û berxwedanî û xebata xwe bi xwîn û canfîdaiya zarokên xwe domandine û dê bidomînin. Reza Pehlewî di wan axavitinên xwe de qet li derheq paşeroja Îranê de gonek nekir ku ,li gorî daxwazên wî be yan belkû daxwazên tev gelên Îranê be.

Eger gotinên Reza Pehlewî yên bêrêz li ser neteweyên bindest ên Îranê, ji bo vê yekê be ku bala hejmarek ji kesên li derdora xwe bikşîne, dikarin çavnhêr bin ku qerebû bike lê, eger weke çawan ku nîşan dide, ji ramanên nedemokratîk û biyanî ji rastiyên Îranê yên paşerojê serçave gritibe. Bê guman ti bandorekê li ser xebata neteweyên Îranê yên li dijî Komara Îslamî a Îranê nake belkû, dê her zihniyeteke erênî li derheq wî de dê bike pirsyar.

Digel dîtingehek wiha de hevdem digel xebat li dijî Komara Îslamî digel wê digel wî jî rûbirû bibe, çimkû dîtingehek bi wî rengî li derheq arîşeyên giştî yên xelkê welatê me de, bilî lawazkirina yekgirtîbûnê ti encamek din nabe.

Di dawiyê de, hevdem digel piştevanîkirin û yekrêziya dubare ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê digel xelkê têkoşer yên bajarê Ehwazê û xelkê xembar yên bajarê Abadan û bajarên din yên wan hereketan, li ser alîkarîkirin û yekgirtîbûna neteweyên bindest yên Îranê û saziyên din û herwisa hêzên siyasî yên pêşvero û demokratîk yên Îranê, di aliyê hiloşîna rejîma Îslamî a Îranê û lidarxistina nizamek demokratîk û federal ku bersivdarê daxwazan be û daxwazên neteweyî û demokratîk yên tev xelkê Îranê be û herwisa li ser xebata  mafdar a xwe tekezî dikin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Navenda siyasî

21`ê Cozerdana 1401`an

11`ê Hezîrana 2022`an