Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Siyasî a PDKÎ bi boneya koça dawîa xebatkarê kevnarê Kurd kak Celîl Gadanî daxuyaniye belavkir

18:14 - 6 Tebax 2020

Navenda Siyasî a PDKÎ bi boneya koça dawî a xebatkarê kevnare demokrat kak Celîl gadanî, hewalê dehan saleye xebat û berxwedaniya xebatkarên demokrat daxuyaniyek belavkir.

Deqa daxuyaniyê wihaye:

Daxuyaniya Navenda Siyasî a PDKÎ, bi boneya koça dawî a xebatkarê kevnar kak Celîl Gadanî.

Mixabin îro Pêncşemî 6ê Tebaxa 2020 an, xebatkarê naskirî û kevnare tevgêra Kurd û hewalê dehan saleye xebat û berxwedaniya xebatkarên demokrat, piştî tûşbûn bi Vîrûsa korona yê, û hefteyekê berekanî di gel wê nesaxiyê, di yêk ji nexweşxanên herîma Kurdistanê de, li temenê 87 saliyê de koça dawî kir.

Kak Celîl Gadanî yêk ji xortên taze pêgiheştiye serdemê Komara Kurdistanê bû ku wî çaxî ve bibû hogirê azadiya netewa xwe û xebat li pêxema bidestve anîna azadî û mafê netewî yê Kur di Kurdistana Îran ê de bû.

Piştî ciwanemerg bûna Komara Kurdistanê, kak Celîl yêk ji wan xebatkarane bû ku bona rêkxistina endamên Hizba Demokrat li gund û bajaran de berdewam dixebitî, her lewma bi wê hegerê ve çend caran hate destbiser kirin û kevte hepsê û her carê jî piştî serbest berbûnê, dîsan xebata xwe didomand.

Piştî sernixûniya rejîma Paşayetî û destpêkirina xebata eşkere ye PDKÎ, bo heyamê çend salan weke yêk ji endamên Komîta Navendî û Deftera Siyasî, nevestane dixebitî.

Ji bilî evê ku kak Celîl xebatkarekî siyasî bû, kesayetiyekî civakî û xelkî jî bû, her lewma ji dest dana wî xebatkarî bo her kesê ku nas dikir, cihê kul û kovan û keserê ye.

Navenda Siyasî a PDKÎ tewî eyana xem û nerehetiya xwe bona ji dest dana wî xebatkarî, sersaxiyê dibêje malbata rêzdare Gadanî û hewal û hevçeperên wî, û em hivîdarin ku riha wî xebatkarê kevnar bi gehîştina bi xwezî û armancên wî şad be.

PDKÎ

Navenda Siyasî

6ê Tebaxa 2020 an