Navenda Siyasî di destpêka daxûyaniya xwe de ragihandiye: Dema ku terorîstên rejîma Îranê 32 salan berî niha Dr. Qasimlo li ser maseya danûstandinê teror kirin, Dr. Sadiq Şerefkendî bi jêhatîbûna xwe erkê rêberiya PDKÎ kêşa ustiyê xwe û ala xebatê bilind ragirt.
Ew di nava mekteba xweragiriya Demokrat de perwerde bibû û bi awayekî erkê xwe birêve birin ku gelek bi kêmî cihê betale Qasimlo xûya bû, her lewma rejîma terorîste Îranê kevte hizra darêtina nexşê terora Şerefkendî jî.
Navenda siyasî a PDKÎ di di daxûyaniya xwe de bi hilkevta salvegera Şehîdên Mîkonosê peymanê digel xwîna şehîdan nû dike ku dê berdewam be li ser rêk û rêbaza pîroze şehîdan û tekeziyê li ser xebatkirin li pêxema armanc û hizrên Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî ku berî heçî tiştekê bavir bi xwe bûne ku kela zulm û zordaran dixe lerzînê.
Her lewmaye jî ku navenda Siyasî a PDKÎ daxûyaniya xwe de tekeziyê dike ku bona geheştina bi armancan û resnixûniya rejîma Îranê û geheştina bi mafê netewî, hewceye yekitî û hevxebatî di navbera hêz û aliyên Îranî û bi taybetî Kurdistanî de vere çêkirin.
Herwisa bi hilkevta 29 emîn salvegera şehîd ketina Dr. Sadiq Şerefkendî Sekertêrê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê û hevalên wî ji aliyê rejîma terorîste Îranê ve, Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê daxûyaniyek belav kir.
Ku di pareke daxûyaniya Navenda Hevkarî de hatiye: Terora Mîkonosê ne yekim û ne dawî kiryara rejîma Îranê ye, em daxwazê ji civatgeha cîhanî dikin ku cehdekê bikin bona pêşîgirtin ji maşîna teror û kuştinê ji aliyê rejîma Îranê ve, hekîne rejîm dê her berdewam be li ser siyaseta xwe a terorê û kuştina di nav xwe û derweyî welat, mînaka herî berçav jî gefên rejîmê ji xebatkaran û hêz û aliyên siyasiye Kurdistana Îranê û êrîşa bo ser axa Herêma Kurdistanê ye.