Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Siyasî a PDKÎ derheq “Pêymanê Nowîn” a Şahzade Riza Pehlewî daxuyaniyek belav kir

10:11 - 8 Çirriya pêşîn 2020

Navenda Siyasî ya PDKÎ derheq “Pêymanê Nowîn” a Reza Pehlewî daxuyaniyek belav kir, di beşeke wê daxuyanê de hatiye: “Pêymanê Nowîn” jî wekî piraniya bername û helwîstên hêzên opozîsiyona seranserî rastiyên civatgeha Îranê nedîde girtine”.

Deqa daxuyaniyê wiha ye:

Derheq “Pêymanê Nowîn” ya Riza Pehlewî

Roja 7ê Rezber a 1399an, (28ê September 2020), Riza Pehlewî bi rêya vîdiyoyekê ve peyameke nû bi navê (Pêymanê Nowîn) an ku girêbesta nû belav kir. Navbirî di gotinên xwe de bi kurtî îşare bi wê rastiyên ku Komara Îslamî di 42 salan de bilî dîktatorî, serkut, teror, dizî, gendelî û hejarî û...hwd, ti deskevteke bo xelkê Îranê tinebûye û daxwaz dike ku tev xelkê Îranê yek bigrin, nerizayetiyan û mangirtinan lidar bixin û bi hev re bona jinavbirina Komara Îslamî û avakirina sîstemekî demokratîk di Îranê de têkoşanê bikin.

Çend kanalên televîzyonî yên farsîziman jî ku piştevanî ji “Pêymanê Nowîn” dikin bi hûrî banghêjiyê bo dikin û hewl didin “Pêymanê Nowîn” wekî bernameyekî nû û heta wekî “manîfêstek”ê bona rizgariya Îranê bi hizra giştî bidin nasandin.

Lê “Pêymanê Nowîn” jî wekî piraniya bername û helwîstên hêzên Opozîsiyona seranserî, rastiyên civaka Îranê nedîde girtine. Sedema bingehîn ya şikest û serneketina hewlên berê jî her nepejirandina rastiyên berçav yên di civaka Îranê de bûye: Îran wekî welatekî çend netewî, çend zimanî û çend olî ye û herçiqas ku înkara wan jî bikin, çi ji rastiyê nayê guherîn.

Bernameyekî siyasî ew dem dikare piraniya xelkê li dewra xwe kom bike ku bo Îranekê be ku rastiyên civaka Îranê berçav bigre, neku sexte û îdolojîk be.

Mebesta Riza Pehlewî û hevhizrên wî ji azadî, demokrasî û mafê mirov bo Îranekê ye ku înkara hebûn û nasnameya zêdetir ji niviya nifûsa xwe dike, zêdetir ji niviya zarokên wê nifûsê ji seretayîtirîn mafê mirov an ku perwerde û hînkarî bi zimanê dayîkê û mafên siyasî û çandiyên xwe têne bêparkirin û…hwd. Îrana yek netew yek ziman yek çand tenê di xeyal û îdolojiyeke radîkalî de heye.

Berdengê “Pêymanê Nowîn” a Reza Pehlewî, xelkê Tehran, Şîraz, Meşhed û bajarên Farsnişînên din yên Îranê ne, nek netewên jêr zilmê de. Lewma “Pêymanê Nowîn” zêdetir wekî hêvî û xweziyekê ye heta bernameyeke siyasyî ya realîstî ku bikare bibe binyatek bona çareserkirina siyasî ya pirsgirêkên siyasî yên neteweyên ne Fars.

Riza Pehlewî li ser mijara pirsên gelan di Îranê de bê alî nîne û bi bîr û bawer beşek ji wî aliyê hizrî ye ku îtiraf bi nasnameya gelên ne Fars û selimandina mafên siyasî bi nateba û neguncaw digel berjewendî û yekparçeyiya axa Îranê dizanin.

Navbirî di meha March a sala 2019an de di hevpeyvînekê de ragihandibû ku “ew ji mentiqa xwendin bi zinamê dayîkê ti fam nake”.

42 sal e em wekî Kurd her roj dîktarorî, serkut, teror û cudatîdanîna Komara Îslamî bi hemû awayekî bi rih û can êş û azara wê seh dikin, heyamê 42 salan e ku gelê kurd bi kirayar, bi dijî zulim û zora bêsînor a rejîmê rawestiyaye. Lê armanca me ya dawî bi tenê hirifandina rejîma Îslamî nîne, belkî armanca me dabînkirina maf û azadî bo gelê Kurd di Îraneke demokratîk û fedral de ye.

Em bona hirifandina Komara Îslamî xebatê dikin û amade ne ku qurbaniyê jî li ser bidin, ji ber wê yekê ku em rejîmê bi lemper li ser rêya dabînkirina maf û azadiya xwe dizanin.

PDKÎ zaf caran ragihandiye ku deriyê diyalogê bo gihîştin bi jihevtêgihîştin û jihevnêzîkbûna Opozîsiyona Îranê vekiriye û yekgirtin û pêkanîna alternativeke demokratîk û hemûalî seba hirifandina Komara Îslamî û cihgîrkirina sîstemeke azad bi hewcehiyek pêwîst bo îroya Îranê dizane. Lê hevdem û pêka mentiqê, em hevkarî û piştevaniya hêzekê dikin ku bi rohnî û dûr ji “Generalities” an ku giştîgotinan, ji me re bibêje hekî di paşerojê de piştî hirifandina rejîma Îranê bi alîkarî û piştevaniya me deshilata di Tehranê de kete destê, dê çi bo me biguhere? Maf û azadiya me dipejirîne û dawî bi serkut û cudatîdanîn û bêparkirinan tîne? Derheq gelên nefars, hikûmeta piştî Komara îslamî di binyatê de dê çi cudatiyekê digel rejîma niha hebe?

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Siyasî

6ê Çirriya Pêşîn a 2020an

15ê Rezber a 1399an