
Roja Duşemî 2`ê Reşemehê, hevdem digel roja cîhanî a Zimanê Dayîkê, navenda çand û huner a “Vejîn”ê, li bajarê “Merîwan”ê, rêûresimek lidar xist, di vê rêûresmê de bawerînameya zimanê Kurdî bi fêrkarên serkevtî yên pola hînkirina zimanê Kurdî hat pêşkeşkirin.
Herwisa ji aliyê navenda “Vejîn”ê ve, bi hilkevta roja cîhanî a Zimanê Dayîkê, tirakit û nivîsên taybet bi wê rojê di nav xelkê bajarê “Merîwan”ê de hatin belavkirin.
Navenda çand û Huner a “Vejîn”ê, li sala 2004`an hatiye avakirin û heta niha dehan dewrên taybet bi rênivîs û rêzimana Kurdî, û dewrên hînkarî yên din lidar xistiye.