
Navendîn Ewlehî yên rejîma Îranê di pilaneke xwe ya nû de, hepsiyên siyasî bi zorê bi nexweşxayeyên hundirî an ku Tîmaristanan radikîşin ku hêza berxwedana wan bişkênin.
Roja Pêncşemî, 1ê Çirrya Pêşîn, Parêzerê Dadgusteriyê, “Seîd Dêhqan”, li ser rûpela xwe a tora civakî a “Twitter”ê tevî tekezî kirinê nivîsandiye: “Yek ji “muwekkilên” wî bi zorê bo nexweşxaneya hundirî veguhastine û di wir de razandine û daye zanîn ku ew perojeya nû ya damezraveyên ewlehiyê di hember çalakvanên siyasî û medenî de ye”.
Herwisa “Seîd Dêhqan” daye zanîn, ku malbata wî hepsiyî, naxwazin ku navê wî eşkere bibe.
Pêka “Seîd Dêhqan”, kêşandina hepsiyên siyasî û medenî bi tîmaristanan, wekî pilaneke nû ye ku ji aliyê navendên ewlehiyê ve hatiye darêtin.
Li ser wê mijarê “Salihe Husênî”, hevjîna derwêşê hepsî “Bêhnam Mehcûbî”, li ser torên civakî daye zanîn, ku piştî seqetbûna nîveya leşê wî hepsiyê siyasî, ew bo “Tîmaristan”a “Emîn Abad” veguhastine.
Herwisa çalakvanê berê yê xwendkariyê, “Kiyanûş Sencerî”daye zanîn ku di sala 1398an de 6 caran bi zorî di tîmarsitanê de bi berqê hatiye “şokdermanî”kirin.
Haşim Xwastar, Soha Murtêzayî, Hengamê Şehîdî û çendîn kesên dinê jî bi zorê di Tîmaristanan de bi zorî hatibûne razandinê û armanca bingehîn ya wê projeya rejîmê, têkdana hizra wan kesan û şikandina berxwedaniya wan kesan û bi awayekî din, şerê herî dijwar û dije mirovî yê şerê rewanî digel hepsiyan e.