Binke û navendên ewlehî yên girêdayî rejîma Îranê li Kurdistanê li ser torên civakî bo beşek ji welatiyan peyam şandine û gef ji wan xwarine yên ku torên civakî û kanalên dijberî rejîma Îranê pejirandine yan bo kesên din şandin e.
Di peyama ku bo welatiyan hatiye şandin behsa vê yekê kirine ku pejirandina wan kanalan pêka madeya 500 a yasaya cezaya Îslamî û yasaya cezayên medyayî hewldan bo têkdana ewlehiya navxweyî û nefermaniya sayberî ye.
Ew kesên ku ji aliyê rejîmê ve ji wan re hatiye gotin navên wan di nav lîsteyên binke û navendên çavedêriyê de hatine tomarkirin.
Binke û navendên ewlehî yên girêdayî rejîma Îranê berdewam li ser torên civakî gef ji welatiyan dixwen ku nabe rûpelên hizb û aliyên dijberî rejîmê bipejirînin.