Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navendên ewlehî yên rejîmê givaşan dêxine ser malbatên çalakvanên siyasî

17:34 - 19 Îlon 2020

Îdare û navendên ewlehî yên rejîma Îslamî a Îranê bi mebesta givaşxistin li ser malbatên hepsiyên siyasî û herwisa Pêşmergên Kurdistanê, mifahên xirab ji nasnameyên endam yên malbatên wan kesane werdigrin.

Li gor ew zanyariyên ku gihîştine malpera “Kurdistanmedia”yê, di bajarê Seqizê de navendên Îtila`atî yên rejîmê bi mifahwergirtin ji nasnameyên wan kesên ku welatê xwe bi cih hiştine, karûbarên îdarî pê dikin û piştre pirsgirikan bo malbata wan çê dikin.

Karbidestên rejîmê bi nasnameya wan kesane dest bi karûbarên bazirganî dikin, dukanan û pasajan dirust dikin û piştre îdareya malyatê bi navên wan kesane bo malbata wan fîşa bacê dişîne ku heyama çend sal e bac nedane û pirsgirêkan bo wan dirust dikin û hêcetan ji wan digrin. Herwisa gefan ji malbatên wan kasên siyasî dixwen ku ji hegera nedana bacê dê wan radestî dadgehê bikin.

Armanca sereke ya rejîmê ji wan karan eva ye ku arîşe bo malbatên çalakvanên siyasî çê bike.