Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navendên ewlehiyê yên rejîmê bi awayekî berdewam hevwelatiyên bajarê Xûzistanê destibiser dikin

12:33 - 21 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Destibserikirina çalakvanên medenî û hevwelatiyan Ereb di bajarê Xûzistanê de ji aliyê navendên ewlehiyê yên girêdayî rejîmê, berdewam dike.

Li gorî raportên belavbûyî, navendên ewlehiyê yên girêdayî rejîmê, 11 hevwelatiyên din yên Ereb, derheq êrîşa roja 31`ê Xermananê ya bo ser rêja hêzên çekdar yên rejîmê yên li bajarê Xûzistanê de ku hate encam dan, destbiser kirine.

Heya niha navendên ewlehiyê yên girêdayî rejîmê derheq, bûyera 31`ê Xermananê de, 55 hevwelatî tawanbar dane naskirin ku di nav wan de du jin tên xuyakirin, herwisa destibiserkirina bilez ya   çalakvanên medenî û hevweletiyên bajarê Xûzistanê, ji aliyê rejîmê ve  ew nigeraniya li pey xwe aniye ku rejîmê bi azar û îşkencekirina girtiyan, dixwaze bilêpirsîna zorê, girtiyan neçar bike da ku encama dan wê êrîşê bigirine bi stûyê xwe.

Di êrîşa 31`ê Xermananê de, 24 kes ji endamên Spaha Pasdaran hatine kuştin û nêzîkî 57 kesên din jî birîndar bûn, encama dana wê êrîşê girûpa “DAÎŞ”ê jî  giritiye bi stûyê xwe, lê her di vê pêwendiyê de jî, girûpa çalak ya   Ereb serbixwexwaz  jî ev êrîşa girtiye bi stûyê xwe, û ev êrîşa “Berevaniya neteweyî ya Ehwazê” daye naskirin.