Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navendên mafê mirov daxwaza ragirtina ceza lidarvekirina girtiyên mezhebî dikin

22:32 - 14 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: 18 navendên mafê mirov di daxuyaniyekî hevpar de daxwaz ji rejîma Îranê kirin e ku hukma lidarvekirina 33 girtiyên Sûnî mezheb yên Kurd û Belûç rabigirin.

Li gor rapora kurdistanmedia, roja Pênçşemî 12’ê Hezîran a 2014’an, Rêxistina Mafê Mirov a Kurdistanê – Jinêv, Rêxistina Lêborîn a Navdewletî û Rêxistina Çavdêrî a Mafê Mirov, hevdem ligel 15 navanên mafê mirov ên din di daxuyaniyekê de daxwaz ji rejîma Îslamî a Îranê kirin ku ceza darvekrina girtiyên Sûnî mezheb rabigirin.

Di pişka din a wê daxuyaniy de hatiye, ku ew girtiyene di navbera sala 2009 heya 2011’an ji aliyê hêzên Îtilata ên rejîma Îslamî a Îranê ve li Kurdistanê hatine girtin û pêş ewê ku bêne dadigahî kirin, bi bê hebûna parêzer û nebûna pêwendî tevî malbatên xwe bo heyamên çandîn mehan li cihê takekesî de hatine ragirtin.

Girtiyên Kurd û Belûç ên Sûnî mezheb ji aliyê dezgeha dadwerî a rejîma Îranê ve bi “Hewldan dijî tenahî a neteweyî”, “Piropagenên dijî nîzamê”, “Endametî li girupên Selefî (Mufsêdul Fî Erz)” û “Muraribe (Şer tevî xwedê)” hatine sûçdar kirin.

Dîwana dilind a welatê Îranê, hikma darvekirina 8 kes ji wan kesane bi navên Hamid Ehmedî, Cehangîr Dêhqanî, Cemşîd Dêhqanî, Kemal Melayî, Seyîd Cemal Mûsewî, Ebdûl Rehman Sînganî, Sidîq Mihemdî, Seyîd hadî Husênî hatiye pişt rast kirin.