
Kurdistanmedia: Navneda Nivîskarên Îranê ragehand ku Rejîma Îranê bi zorî girtiyan naçar dike ku gunh û tawanên ku encam nedane, bi derev de, bixin stûyê xwe, ku ew yek jî serkutkirina azadiya ramanê ye.
Navneda Nivîskarên Îranê bi weşandina daxuyaniyekê ragehand ku di rejîma Îranê de hertim wisa bûye, ku wan girtî bi zorî naçar kirine ku tawanan bixin stûyê xwe, bona ku bi hêsanî ji wan re dosiyeyan çê bikin û bikarin cezayên bi dilê xwe bi ser wan de bisepînin. Ew yek jî tê wateya serkutkirina azadiya ramanê, û pêkanîna rewşeke pirr ji tirs û wehşetê.
Kanaleke televîzyonî a rejîma Îranê du roj berî niha bû ku axavtinên Îsma`îl Bexşî nûnerên kedkarên Heftepe û Elî Necatî serokê pêşîn û endamê sendîkaya kedkarên şirketa çandinî û pîşesaziya Nêyşeker a Heftepe û Sipîde Qolyan belav kir.
Her piştî belavbûna fîlma wan çend çalakên kedkarî bû ku Îsma`îl Bexşî û Spîdê Qolyan hatin destbiserkirin.
Her di vê derheqê de, Behmen Kişawerz mafnas û serokê pêşîn ê navenda parêzeran jî ragehandiye, ku li gora mada 91 ya yasaya şêweya dadgehîkirina cezayî ya ku di sala 1392`an de hatiye pejirandin jî, dema ku dosiyeyek di qonax û dewra lêpirsînê û lêkolînên destpêkî de be, nabe tu tiştek li ser wî bihê eşkerekirin, lewra her li gora yasyaên rejîmê bixwe jî ew yek, wate naçarkirina girtiyan bi vê ku guneh û tawanan bi derev de û li jêr îşkenceyê de bixin stûyê xwe, ne yasayî ye.