Gorî wan vîdiyoyên ku di nav torên civakî de têne weşandin, ava piraniya taxên bajarê Seqizê gelek pîs û netendirust e.
Ava seranserî ya “lolekêşî” ya çendîn taxên bajarê Seqizê li Rojhilatê Kurdistanê, gelek şêlû, lêl û pîs e û bi çi awayekê bo vexwarinê nabe û hinde şêlû ye ku heta xelk nikare bo şuştina cil û bergan yan amanan jî bikar bîne.
Herwisa di zaf bajarên din yên Îranê li parêzhehên dinê û bi taybet parêzgehên Xuzistan û Sîstan û Belûçistanê de jî, nebûn yan pîsiya avê bûye arîşeyekî mezin û rojane ya xelkê.
Gorî zaniyariya piraniya palavtingeh an ku “tesviyexanan” ji kar kevtine û rejîm amade nîne wan nûjen bike, ew palavtingehên avê, bê palavtin, ava çeman vediguhezîne bo nav boriyan û bo xelkê diçe.
Eve jî di demekê de ye ku rejîm wiha jiyana xelkê piştguhê xwe ve avêtiye û bi milyonan pere û serweta xelkê Îranê dibe û xercê çêkirina ava Lubnan û Sûriyê dike.
Ev çend rojên, di hinek dever û bajarên parêzgehên Xûzistan û Belûçistanê de, bi sedema nebûn yan pîsiya avê, xelkê nerizayetiyên xwe didine kivşê, û egera hindê heye ku nerizayetî di hember nebûna avê de bibe destpêka serhildan û xwenîşandanekî seranserî di Îranê de.