
Nebûna hêlên telefon û înternetê di beşeke zêde ji gundên parêzgeha Urmiyê û herwisa kêmbûna lezgîniya wê di piraniya bajar û gundên ku înternet hene, bo xelkê bi taybet dersxwanan, pirsgirêkên micid afirandine.
Di hin gund û deverên Rojhilatê Kurdistanê de înternet û hêlên telefonê bi kêmî hene û di hin gundan de xelk bi tevahî bêpar in, nebûna lezgîniya înternetê pirsgirêkên gelek micid bi taybet bo derxwanan afirandiye û ji piraniya wane û hînkariyên Online bêpar bûne û piraniya ticareta online ya xelkê bi taybet li parêzgeha Urmiyê bi sedema qutbûna li pey hev û nebûna lezgîniya înternetê rastî xisaran hatine.
Di wê derheqê de welatiyan di bajarên wekî “Tikab û Sayîn Qela”yê ragihandine ku di çendîn gundan de hêlên înternetê tinînin û dersxwan ji waneyan bêpar bûne û beşeke din ji welatiyan jî ragihandine: “Tevî ku pereyekî zêde bo înternetê didin lê lezgîniya wê bi qasekî kêm e û bi qasekî qut dibe ku karên wan ên ticaretê sekiniye.
Binav nûnerê “Tikab û Sayîn Qela”yê li meclîsa rejîma Îranê “Hesen Himmetî” îtiraf kiriye û gotiye: “Amarên belavkirî ên bikarhatina înternetê cihê baweriyê nînin û rêjeya bikarhatina înternetê gelek kêmtir ji amarên belavbûyî ne, înternet lezgîn nîne û idareya Muxabiratê jî wê li stuyê xwe nagire, Heta gelek gundên ser bi “Tikab û Sayîn Qela”yê hêlên telefon jî tinîne”.
Piraniya deverên Rojhilatê Kurdistanê ji înterneta lezgîn bêpar in û herwisa beşeke zêde ji gundên Rojhilatê Kurdistanê hêlên telefon û înternet tinînin.